Çalakvanên ji Swêdayê: Em ne hindikayî ne, em Sûriyeyî  ne

 Çalakvanên ji Siwêdayê behsa girîngiya yekitiya nîştimanî li Sûriyeyê kirin û amaje bi wê yekê kirin ku ev yek dibe alîkar ji bo avakirina welatekî ku maf û dadperweriyê ji hemû Sûriyeyiyan re misoger dike.

Çalakvanên ji Swêdayê: Em ne hindikayî ne, em Sûriyeyî  ne
Çalakvanên ji Swêdayê: Em ne hindikayî ne, em Sûriyeyî  ne
Çalakvanên ji Swêdayê: Em ne hindikayî ne, em Sûriyeyî  ne
11 ÇILE, 2025   13:07
SÊWÊDA

Li Meydana El Kerame ya li bajarê Siwêdayê, duh bi sedan şêniyên bajêr û gundewarê wê, di nav wan de jin, çalakvanên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên olî, beşdarî xwepêşandanê bûn. Ji beşdaran nivîskar Fayiz Sara û lîstikvan Ramiz Şiqêr der barê siberoja Sûriyeyê de ji ajansa me re axifîn.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî Fayîz Sara di dema xwepşandanê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser girîngiya yekitiya niştimanî ku dê bibe egera  avakirina welatekî ku daxwazên gelê Sûriyeyê pêk bîne, da ku rejîmeke weke ya berê venger.

Her wiha ji bo derbaskirina kêşeyan û avakirina paşerojeke geş li Sûryeyê Sara tekezî li ser giringiya hevkarî û hevgirtinê kir, li ser bingeha pêkvejiyana aştiyane.

Lîstikvanê sûrî Remiz Şiqêr jî bal kişand ser giringiya vebûna siyasî di navbera hemû aliyan de, dûrî  her tişta ku berê li ser pêkhateyên Sûriyeyê hatiybû ferzkirin. Şiqêr got divê sûryeyî bi hezkirin, hevkarî û lêborînê dest bi avakirinê dikin. Her wiha diyar kirk u sûryeyî bi vîna xwe dikarin welat ji nû ve ava bikin.

Duh beşdarên xwenîşandanê pankartên bi nivîsa “Em ne hindikayî ne, em Sûrî ne”, “Serdema xîlafetê bi dawî bûye, ev serdema edalet û wekheviyê ye” û “Bi zanebûn û azadiyê em edalet û wekheviyê ava dikin,” Hildan.

(k)