Hêzên Îsraîlî piştî ketina Quneytrayê rêyan vedikin

Wesayîtên endezyarî yên Îsraîlî rêyek ji herêma Colana Sûriyeyê ber bi gundê El Deriye û xalên leşkerî yên derdorê vekirin.

Hêzên Îsraîlî piştî ketina Quneytrayê rêyan vedikin
11 ÇILE, 2025   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derbasî aliyê rojava yê gundê El Muellaqa yê Quneytera bûn û dest bi vekirna rêyekê kirin  ji Colana Sûriyeyê ber bi gundê El Deriye û xalên leşkerî yên derdora wê.

Hêzên Îsraîlî di 19ˈê Kanûna 2024ˈan de derbasî herêmê bûn û li cihên leşkerî dest danîn ser çekên giran.

Li gorî SOHRˈê, hêzên Îsraîlî ji welatiyan xwestin ku çekên ku ji yekîneyên leşkerî yên li herêmê hatine talankirin, radestî wan bikin.

(k)