Çalakvanên ji Siwêdayê banga xweragirtinê dikin

Piştî şer û aloziya li herêmê, çalakvan û kesayetên olî yên ji Siwêdayî banga xweragirtin û dûrketina ji fitneyan kir.

Çalakvanên ji Siwêdayê banga xweragirtinê dikin
14 tîrmeh, 2025   14:43
SIWÊDA

Ji êvara roja pêncşemê (10 Tîrmeh 2025) li Siwêdayê alozî heye. Alozî piştî girtina rêya Şam- Siwêdayê ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz a Şamê ve veguherî şerekî çekdarî di navbera komên xwecih û komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz de. Di encama şer de 37 kes hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Kesayetên olî û civakî der barê şer û aloziyê de diyar kir ku dê çirûska fitneyê pêxe û banga xweragirtin û dûrketina ji fitneyan kir.  

Emîrê Mala Era ya Siwêdayê (Dar Era) Hesen Yehya El Etreş banga aramkirin û xweragirtinê kir û wiha got: "Em bang li tevahiya niştecihên herêmê dikin ku xwe rakirin û fitneyan bitemirînin. Çek ne zimanê lihevhatinê ye. Lê rêya yekane vegera li zimanê hezkirin û aştiya navxweyî ye ku gelê Siwêdayê di dîrokê de pê tê naskirin."

El Etreş diyar kir ku divê pêvajoyê de aqilmendî û berpirsyarî ji her kesî tê xwestin da ku Siwêdayê ji rageşiyeke mezintir û parçebûnê were dûrxistin.

Çalakvanê siyasî Xalid Cemûl jî bi bîr xist ku ji ber zêdebûna hejmara birîndaran û firehbûna qada şer rewş bi lez xirab dibe û hişyarî da ku aloziya ewlehiyê li Siwêdayê mezintir bibe.

Cemûl bi domdarî got: "Rewş xirabtir dibe, hejmara birîndaran zêde dibe. Sedema bingehîn rêya aktîf e ku Şam bi Siwêdayê ve girê dide. Ji ber kiryarên çekdarên nedîsîplînkirî herêm bi dirêjahiya 60 kîlometreyan ji şer re bûye qadeke vekirî. Li ser vê rêyekê gelek caran bûyerên bi vî rengî rû dane. Ev jî xetereya rageşiyê zêdetir dike."

(bb)