Çalakvanekî Siwêdayê: Ji bo rêxistinkirin û pêşxistina xwepêşandanan zehmetî hene

Çalakvanê siyasî yê Siwêdayê, parêzer Adil El Hadî diyar kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi hemû rêbazan xwepêşandanan bi dawî bike, lê belê xwepêşandêr bi îsrar in tevgera xwe li kolanan bidomînin û hewl didin vê tevgerê bi pêş bixin û rêxistin bikin, lê belê ji bo vê yekê gelek zehmetî hene.

Çalakvanekî Siwêdayê: Ji bo rêxistinkirin û pêşxistina xwepêşandanan zehmetî hene
9 adar, 2024   07:35
NAVENDA NAVÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Hefteya borî li Siwêdayê xwepêşandan gurtir bûn. Li hember wê jî hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê xwepêşandêr gulebaran kir. Di encamê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da. Çavdêran diyar kir ku vê bûyerê rewş guhart.

Çalakvanê siyasî yê Siwêdayê parêzer Adil El Hadî got: "Ji destpêka xwepêşandanên Siwêdayê ve hikumeta Sûriyeyê bi hemû rêbazan hewl dide wan têk bibe. Bi rêya propagandaya ragihandinê hewl da xwepêşandêran parçe bike û fîtneyê di nav wan de derxe. Her wiha dengên hin kesayetên xwedî rol belav kirin û îdia kir ku xwepêşandêr van agahiyan digihîne wê, lê belê wê bi rêya teknîkên guhdarîkirinê ew deng bi dest xistine.

El Hadî wiha domand: "Êdî gelê Sûriyeyê piştî zêdeyî 12 salan hikumetê û armancên wê baş nas dike. Her wiha dizanin ku bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandanên sivîl nîşan dide ku êdî sebra hikumetê nemaye û ew amade ye ji bo rawestandina xwepêşandanan xwepêşandêran bikuje, tam wek sala 2000'an."

El Hadî diyar kir ku bikaranîna tundiyê di xwepêşandanan de pêşbînkirî bû lê belê biryara qada Keramê ew e ku kiryarên desthilata Sûriyeyê çi bin jî bi awayekî aştiyane xwepêşandanan bidomin û bên rêxistinkirin û berfirehkirin.

Der barê gavên dema pêş de El Hadî got: "Ji bo pêşxistin û rêxistinkirkna xwepêşandanên aştiyane xebat bi awayekî rojane tên kirin. Lê belê derfet kêm in. Tevî ku di encama xwepêşandanan de gelek deste û komeleyên cûrbecûr hatin avakirin lê dîsa jî zehmetî hene. "

El Hadî di dawiya axaftina xwe de got: "Em dibînin ku çalakvanên sivîl, siyasî,  hiqûqnas, hêzên civakî yên Siwêdayê, yên Sûriyeyê û derveyî wê ji bo pêşxistina serhildana qada Keramê û pêkanîna armancên wê di serî de guhertina siyasî li gorî biryara neteweyî ya 2254ˊan a sala 2015'an dixebitin. Her wiha ew piştgiriyê didin berxwedana gelê Sûriyeyê û însiyatîfên li dar dixin, dibe ku ew însiystîf heta ku Meclisa Ewlekariyê biryarên xwe pêk tîne, bi kêr werin."

(mh)

ANHA