DYA êdî nikare cihê xwe biparêze – Sîfan SEÎD

DYA êdî nikare cihê xwe biparêze – Sîfan SEÎD
9 adar 2024   06:17

Mirov dikare bi hêsanî bibîne çawa bûyerên siyasî û ewlekarî ji 7'ê Cotmeha borî ve bandor li pergala cîhanê kirin. Di dema ku DYAˊyê hişyarî dida Rûsyayê ku şerê xwe li dijî Ukraynayê rawestîne û Vladimir Pûtîn wek sûcdarekî şer bi nav kir de, ew li hember komkujiyên li Xezayê û yên li dijî gelê Filistînê bê deng ma.

Derveyî wê, Washingtonê tu carî Netanyahu wek sûcdarekî şer bi nav nekir. Her wiha Rûsya û Çîn ji hevdu nêzîk dibin û hevrikiya xwe ya li dijî hegemoniya rojavayî ya bi serkêşiya DYA û NATO'yê berfireh dikin.

Ev aloziya di navbera hersê hêzên cîhanî de ji 3 beşan pêk tê; aborî, leşkerî û dîplomasî. Her wiha gelek aliyên din ên herêmî û xwecih bandorê li bûyerên herêmê dikin; wek bûyerên Rojhilata Navîn, Deryaya Reş û Deryaya Başûr a Çînê.

Di aliyê aborî de, însiyatîfa "Kember û Rê(Belt û Road)" ya bi pêşengtiya Çînê û rêya pêşxisyinê ya bi pêşengtiya Hindistanê dê berjewendiyan tev li hev bikin.

Di aliyê leşkerî û ewlekarî de jî DYA êdî nikare mekanet û cihê xwe biparêze nexasim ku ew hêza cîhanî ya tekane ye. Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî hegemoniya Amerîkayê kêm bû û ev hişt Amerîka stratejiyên xwe careke din organîze bike. Amerîka gihîşt wê astê ku êdî careke din li mijara vekişandina hêzên xwe yên li leşkerî ji Sûriye û Iraqê vegere.

Tevî wê jî, bûyerên li Xezayê hişt vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê bê paşxistin û ji bo Amerîkayê hişyariyek bû.

Di aliyê dîplomasî de jî DYAˊyê di rêvebirina doza Rojhilata Navîn de zehmetiyan dikişîne ku êdî piştrast dibe ku herêm ne di bin kontrola DYA de ye. Ev jî tê wateya ku Rûsya û Çîn bi jêhatî û zekayekê krîzeke nû ava kirin da ku bihêlin hemû alî aloziyên Deryaya Reş û başûrê Çînê ji bîr bikin. Niha jî Çîn û Rûsya û hêzên wekîlê Rûsyayê mîna Îranê êrişî Amerîkayê dikin û dibe ku komên Şîe yên Lubnan, Iraq, Sûriye, Yemen û heta Deryaya Sor û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên Rûsya û Çînê bên bikaranîn. Ji ber wê jî DYA hewl dide çareseriyên dîplomasî pêk bîne û ji vê krîzê xelas bibe.

Serdanên dubare yên Antony Blinken ji bo Rojhilata Navîn ji 7'ê Cotmehê ve di çarçoveya hişyarbûna DYAˊyê de ne. Tevî wê jî tiştê baş ji bo DYA ew e ku hemû dewletên ereban plana wê ya têkbirina Hemasê di aliyê leşkerî de, pêkanîna çareseriyekê ji bo gelê Refeh û Xezayê û xelaskirina Netanyahu ji edaletê û sûcên şer, erê kirin.

Berovajî wê, Rûsya û Çîn ji koma BRICS û hêzên herêmî wek Îran û Tirkiye sûd werdigirin da ku hegemoniya DYA û NATO'yê li cîhanê qels bikin. Mirov dikare bibêje ku stratejiya wan bi ser ket. Ji ber wê jî ev dîplomasiya dijber a çalak a Rûsyayê dihêle DYA neçar bibe ku planên xwe careke din biguherîne.

Di sala 2011'an Buhara Ereban dest pê kir û guhertinên mezin ên di ajandeyên rojava de yên herêmê pêk anîn. Tevî wê jî, DYA li hevkarên pêbawer û xurt digere da ku hebûna xwe ya leşkerî kêm an jî bi temamî bi dawî bike. Armanc ew e ku hêzeke pêbawer ku berjewendiyên wê biparêze hebe. Di serî de Amerîkayê bi komên Sunnî yên Iraq û Sûriyeyê re li hevkariyê gerî. Lê di encamê de bi awayekî bêhemd rêxistinên El Qaîde û DAIŞ xurt bûn. Piştre jî berê xwe da hêzên Kurdî yên Iraq û Sûriyeyê. Lê belê Kurdên li Iraqê ji bo ku baweriya DYAˊyê bistînin tê koşiyan. Niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vebijêrka herî guncaw a hevkariyê ji bo DYAˊyê ye, da ku berjewendiyên wê li Sûriyeyê biparêze, bê ku têkilî di navbera wan de qut bibe.

Derveyî wê, ev guhertina stratejiya Amerîkayê dê bandorên mezin bike. Dibe ku rewşa Kurdan li Tirkiyeyê biguherîne û aliyên siyasî yên nû di hundirê dewleta Tirk de çalak bike. Di dema dawîn de di raporeke Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS) de hat diyarkirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di şerê li dijî DAIŞ'ê de roleke mezin li gel hêzên Amerîkayê lîst. Her wiha xebatên Tirkiyeyê yên têkoşîna li dijî terorê hatin rexnekirin. Ji ber wê jî gengaz e ku PKKˊê ji ˊlîsteya rêxistinên terorîˊ derkeve û di encamê de gereke nû ya dan û standinêm aştiyê di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de çêbibe. Ji ber rewşên niha û têkçûna guhertinên siyasî di çarçoveya Buhara Ereban de, ev rûyekî nû yê stratejiya herêmî ya DYA'yê ye.

Ji ber hebûna zêde ya Rûsya û Çînê di herêmê de, DYA di pêkanîna sîstema xwe ya nû de zehmetiyan dibîne. Ji ber wê jî dîplomasî pir girîng e, çi li Meclisa Ewlekariyê çi jî bi rêya deverên wek Deryaya Reş û Rojhilata Navîn. Armanc jî ew e ku bi Rûsya û Çînê re der barê dosyayên navborî de lihevkirin çêbin. Ev rêbaza dîplomasî ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin gelekî girîng e.

Profesor Sîfan Seîd di Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Shaanxi ya Çînê de mamosteyê beşdar e, lêkolînerê Zanîngeha Exeter a Brîtanyayê ye.

 (mh)