Çalakvanan rêya baregeha Heyvpeymanê girt û bêdengiya wê şermezar kir

Çalakvanên ku li ber baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî li Qesrikê, bakurê bajarê Hesekê, çalakiya rûniştin û girevê dane destpêkirin.

Çalakvanan rêya baregeha Heyvpeymanê girt û bêdengiya wê şermezar kir
18 ÇILE, 2026   13:22
HESEKE

Çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya şêniyên bajarên kantona Cizîrê li ber baregeha Hoalîsyona Navneteweyî li Qesrikê, bakurê bajarê Hesekê, di roja xwe ya 8`mîn de berdewam dike.

Îro, çalakvanan, rêya ku ber bi baregehê ve diçe girtin û bêdengiya navneteweyî li hember êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî şermezar kirin.

Çalakvanan ji Hevpeymaniya Navneteweyî xwestin ku erkê xwe pêk bîne, peymana 10`ê Adarê bi cî bîne û şer rawestîne.

Şêniyan diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe li hember êriş û komkujiyên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta ku Hevpeymaniya Navneteweyî daxwazên wan bicîh bîne bidomînin.

(k)