Mazlum Ebdî: Ji bo sakinkirina rewşê hewldanên me hene, bila gel li dora şervanên xwe be 

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî destnîşan kir ku ew bi navbeynkariya hinek hêzên navnetewî hewl didin ku rewşê aram bikin. Ebdî bang li gel kir ku li dora şervanên xwe kom bibe û di baweriya xwe de bi israr bin.

Mazlum Ebdî: Ji bo sakinkirina rewşê hewldanên me hene, bila gel li dora şervanên xwe be 
18 ÇILE, 2026   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlum Ebdî derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivî. 

Ebdî bibîr xist ku ji 6’ê Çileyê ve, êrîşên sîstematîk li dijî taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kirine û heta deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke Tebqa, gundewarê başûrê Reqqayê û Dêra Zorê dirêj bûne.

Mazlum Ebdî got ku tevlî hemû hewldanên wan ên ji bo rawestandina aloziyê û aramkirina rewşê jî, êrîş berdewam dikin û da zanîn ku hewldanên wan ên ji bo aramîkirina rewşê didomin.

Ebdî got: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên ji bo aramkirin û agirbestê, bi alîkariya aliyên navneteweyî, berdewam in. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayekî wêrekî li dora zarokên xwe, şervanên me bicivin û di baweriya xwe de bi israr bimînin.”

(a)

ANHA