‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Di nav 17 rojan de 45 kes hatine darvekirin

Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘, ragihand ku di nav 17 rojan de zêdetirî 45 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin û jiyana 17 girtiyên siyasî jî di metirsiyê de ye.

‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Di nav 17 rojan de 45 kes hatine darvekirin
8 îlon, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ di 137’emîn hefteya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir. Hate ragihandin ku di nav 17 rojên borî de zêdetirî 45 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin.

Li gorî heman daxuyaniyê Dadgeha Bilind a Îranê dosyaya darvekirina girtiyê siyasî Elîreza Sêpahî yê ku li girtîgeha Îsfahanê tê girtin, ji bo bi cih anîna hukmê darvekirinê ji lîjneya înfazê re hatiye şandin.

Hate diyarkirin ku 10 girtiyên siyasî yên bi navên Taran Rehîmî, Newîd Elyasî, Fezil Dadgostar, Mehdî Mensûrî, Ehmedreza Seîdî, Mehrdad Boyîrî, Mihemed Mehdî Esedî, Armîn Xulamî, Parsa Ceferî û Mehdî Ceferî, bi cezayê darvekirinê û 11 sal cezayê girtîgehê hatine mehkûmkirin. Her wiha du girtiyên din ên bi navên Romîna Rehîmî û Mîlad Boyîrî her yek bi 36 sal cezayê girtîgehê, Hemed Mêhralîyan bi 26 sal girtîgehê, Setayîş Seîdî, Secad Abîdî û Elî Boyîrî jî her yek bi 16 sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Di berdewamiya daxuyaniya kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ de hate ragihandin ku tundbûna van çewisandin û darvekirinan bi awayekî takekesî û komî, nîşaneya tirsa hukûmetê ye ji nerazîbûnên seranserî û serhildanên pêşerojê, her wiha girankirina qeyrana aborî, bilindbûna nirxê benzînê û kêmkirina roj bi roj a maseya karker û kedkaran ji her demê bêtir asoyê teqîneke civakî nîşan dide.

Hate teqezkirin ku tevî hemû metirsî û qedexeyên di nav girtîgehê de, wek endamên vê kampanyayê careke din bang li hemû saziyên navdewletî, wijdanên hişyar û parêzvanên mafên mirovan li seranserê cîhanê dikin ku beşdar bibin û bi hevdengiyê rawestin.

Endamên kampanya ‘Sêşemên na ji darvekirinê re‘ gihîştiye 62 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku wek nerazîbûnek li dijî darvekirina girtiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatiye avakirin û her rojên sêşemê endamên kampanyayê dest bi greva birçîbûnê dikin.