Çalakiyên hewayî yên gerîla: 8 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragahand ku Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 çalakiyên hewayî lidar xist. Di vana çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 4 kon hatin îmhakirin.

Çalakiyên hewayî yên gerîla: 8 dagirker hatin cezakirin
8 tîrmeh, 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyêkî diyar kir ku gerîlayên azadiya Kurdastanê  di 29’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de ji aliyê Yekîneya Şehîd Dogan Zinar ve, baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin.

 Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di navbera 29’ê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de ji aliyê Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ve, baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê û baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 3 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper û 3 kon hatin rûxandin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de hatin texrîbkirin.

Hêzên me rexmî ku di meha dawî de gelek caran ji hewa ve li artêşa Tirk a dagirker xist û windahiyên giran pê da jiyankirin jî, dewleta Tirk ti windahiyên xwe eşkere nekir û ji bo ku encamên çalakiyên gerîla yên ku xwe dispêre teknîkê neteyîse civakê, ji binî ve veşart. Dewleta Tirk a dagirker li encamên van çalakiyên mikûr neyê û ji binî ve veşêre jî, em van çalakiyan tevî dîmenên wan pêşkeşî gelê me yê welatparêz û raya giştî dikin.”