Li çolistana Cezaîrê 12 sûriyeyî ji tînan mirin

Li çolistana Cezaîrê cenazeyên 12 sûriyeyiyan hatin dîtîn. Hate zanîn ku ew kes ji tînan mirine.

Li çolistana Cezaîrê 12 sûriyeyî ji tînan mirin
8 tîrmeh, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Xews a Lêgerîn û Rizgariyê ya Cezaîrê li herêma Belevbor a çolistanê erebeyek û li kêleka wê 12 cenaze dîtin.

Komeleyê destnîşan kir ku kesên jiayan xwe ji dest daye, ji Sûriyeyê ne û cenazeyên wan rakirine Nexweşxaneya Birc Omer Idrîs a eyaleta Îlîziyê.

Hate diyarkirin ku wan kesan ji tînan jiyana xwe ji dest daye.

Komeleyê navên kesên qurbaniyan weşandin. Diyar dibe ku piraniya wan ji Heleb, Reqa, Hesekê ne û kesek jî ji Şamê ye.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne: El Îlêwî Salih Îbrahaîm ji Helebê, Mihêmîd Ebdurezaq Munzur ji Reqayê, Mihêmîd Ebdurezaq Muzur ji Reqayê, Fetah Faris Îmad ji Hesekê, Hac Îbrahîm Îzet Xelîl ji Helebê, Şerîf Mihemed Îsa ji Hesekê, Reyan Elî Îsa ji Reqayê, El Esaf Hisên Fîras ji Helebê, Hisên Mihemed Aldar ji Hesekê, El Ehmed Mihemed Beşar ji Helebê, Qasim Husnî Mihyedîn ji Şamê, El Iwêd Ebdurehman Ehmed ji Helebê.

(bb)