Çalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja 4ˊan de ne

Çalakiyên Hefteya Wêjeyê ku ji hêla Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin di roja 4ˊan de dewam dikin.

Çalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja 4ˊan de ne
Çalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja 4ˊan de ne
Çalakiyên Hefteya Wêjeyê di roja 4ˊan de ne
30 nîsan, 2024   22:05
QAMIŞLO

Bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr û wêjevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hotêla Êndîwarê ya Dêrik çalakiyên Hefteya Wêjeyê tên lidarxistin.

Di çalakiyan de li ser Wêjeya Zarokan bi sernavê (Wêjeya Zarokan, Astengî û Pêşniyar) panelek hat lidarxistin. Di panelê de nivîskar Raman Hesê, Rêzan Meşo û Alan Ebdullah beşdar bûn û nivîskar Fîgan Hîmo bi rê ve bir.

Beşdaran diyar kir ku divê girîngiyê bidin Wêjeya Zarokan bi zimanê Kurdî. Her wiha behsa astengî û zehmetiyên li pêşberî nivîskarên Wêjeya Zarokan derdikevin kir. Beşdaran got divê saziyên têkildarî girîngiyê bidin pêşxistina Wêjeya Zarokan, çapkirina pirtûk, derxistina kovaran û amadekirina bernameyên televîsyonan.

Di beşa duyemîn a çalakiyan de Mihemed Emîn Seidûn û Amir Ferso bi zimanê Kurdî û Erebî çîrok xwendin.

Sibe semînerek li ser rexnegeriya wêjeyê tê dayîn, helbest bi zimanê Kurdî û Erebî tên xwendin.

(fr)