Çalakiyên 4'ê Nîsanê dest pê kir

Bi boneya 4'ê Nîsanê dê li Hesekê, Til Temir û Dirbêsiyê çalakiyên cuda werin lidarxistin û dar werin çandin.

Çalakiyên 4'ê Nîsanê dest pê kir
31 adar, 2026   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê (rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) îro dest pê kirin.

Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a çalakiyan dane, bernameya çalakiyên li Hesekê, Til Temir, Zirgan û Dirbêsiyê bi vî rengî ne:

TIL TEMIR

Li bajarê Til Temirê îro civîna gel li Xwaringeha Kinêr tê lidarxistin.

ZIRGAN

2'yê Nîsanê dê civînek ji gel re bê lidarxistin.

Cih: Navenda Meclisa Bajar

Saet: 11.00

HESEKÊ

2'yê Nîsanê dê civîneke gel bê lidarxistin.

Cih: Navenda Çandê

Saet: 10.30

DIRBÊSIYÊ

2'yê Nîsanê civîneke gel dê were lidarxistin.

Cih: Bajarokê Sêgir

Saet: 10.00

KAMPA SERÊKANIYÊ YA LI HESEKÊ

2'yê Nîsanê dê civînek ji koçberan re bê lidarxistin.

Cih: Konê meclisa kampê

Saet: 11.00

KAMPA WAŞÛKANÎ YA LI HESEKÊ

2'yê Nîsanê dê civînek ji koçberan re bê lidarxistin.

Cih: Akademiya Bîrdozî ya li kampê

Saet: 12.00

Di 4'ê Nîsanê de dê şahiyên navendî werin lidarxistin. Cih û demên şahiyan wiha ne:

ZIRGAN

Cih: Çerxerêya bajar

Saet: 17.00

DIRBÊSIYÊ

Cih: Geraca bajar

Saet: 11.00

TIL TEMIR

Cih: Qada Îstîqame

Saet: 15.00

HESEKÊ

Cih: Stadyûma Beledî (Stadyuma Şehîdên Bendava Tişrînê)

Saet: 14.00

Ji sibe (1 Nîsan) ve, dê bi beşdariya şaredariyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Zirganê dar werin çandin.

Komîteyên amadekar diyar kir ku çalakî dê bi hedefa balkişandina ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û ramanên wî, pêşxistina çalakiyên çandî û civakî li herêmê pêk bên.

(bb)

ANHA