Serokê hikumeta demkî û serokwezîrê Brîtanyayê hevdîtin kir

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Londonê bi serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re hevdîtin kir.

Serokê hikumeta demkî û serokwezîrê Brîtanyayê hevdîtin kir
31 adar, 2026   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Londonê bi serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re hevdîtin kir. Wezîrê karên derve yê hikumetê Esed El Şeybanî û wezîrê aboriyê Nîdan El Şear jî di hevdîtinê de amade bûn.

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtinê de "rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî ku berjewendiyên hevpar pêk bîne" hatin nîqaşkirin. Her wiha girîngiya pêşxistina tevkariyê di warên geşepêdan û razemeniyê de vegotin.”

Hate diyarkirin, geşedanên herêmî û navneteweyî jî di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin.

(bb)