Çalakiya li ser sînor didome: Çapameniya azad rûmeta me ye

Di çalakiya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin.

Çalakiya li ser sînor didome: Çapameniya azad rûmeta me ye
21 kanûn, 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya nobetê ya ku li sînorê Nisêbîn-Qamişloyê dest pê kiriye, di roja xwe ya 9'emîn de didome. Di çalakiyê de rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Di çalakiyê de dirûşma "Çapameniya azad rûmeta me ye" hate berzkirin. Her wiha pankarta "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî re em ê xwedî li Rojava derkevin" hate vekirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Şirnex û Bedlîsê û endamên DEM Partiyê tev li çalakiyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ew ê serî li hemberî êrîşan netewînin û got: "Kurd wek gelekî birûmet li ser pêyan in û dê berxwedanê bidomînin. Bijî berxwedana Rojava û Kobanê."

Çalakî bi stranên berxwedanê didome.