Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye

Çalakiya kovedanê û gireva birçînê ya şêniyên herêmê ya li pêş baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Qesrikê ya gundewarê Hesekê di roja 5ˊan de didome.

Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
Çalakiya li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî di roja 5ˊan de ye
15 ÇILE, 2026   17:50
HESEKÊ

Bi armanca rawestandina êrişan û komkujiyên li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û cezakirina sûcdarên ku komkujî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kirine, Hejmarek şêniyên ji bajarên kantona Cizîrê li pêş baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Qesrikê ya bakurê bajarê Hesekê, çalakiya konvedanê û gireva birçîbûnê daye destpêkirin.

Îro welatiyên ji bajarên Hesekê û koçberên Serêkaniyê serdana çalakvanan û jina Kurd a bi navê Sîdem Mihemed a ku ji 11ˊê Çileyê ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye, kir.

Li ser kon pankartên "Em ne nebodarên DAIŞˊê ne-me li şûna cîhanî li dijî terorê şer kir-îro mafên me tên standin-wijdana civata navneteweyî li ku ye?" hatin daliqandin.

Welatiyên tev li çalakiyê bûne ji ajansa me re axivîn.

Welatî Idrîs Ebdulezîz destnîşan kir ku êriş û komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êriş û komkujî pêkanîn, li beramberî vê civata navneteweyî bê deng e.

Ebdulezîz da zanîn ku hikumeta demkî komkujiyên hovane li dijî Elewî û Durziyên li hundirê Sûriyeyê pêk anîn û îro jî li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Ciwanê bi navê Beşar Şehadê yê ji xelkê Hesekê diyar kir ku daxwaza wan ji Koalsîyona Navneteweyî sûcdarên komkujiyan werin cezakirin.

Koçbera ji Serêkaniyê Cemîle Hac Xetîb jî komkujiyên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku êrişan rawestîne û mafên koçberan ên vegera ewle misoger bike.

(fr)

ANHA