Gelê Tebqa û koçberên Efrînê pêkanînên dijminane şermezar kirin

Gelê kantona Tebqa û koçberên Efrînê pêkanînên li dijî gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bajarên Dêr Hafir û Meskenê û Bendava Tişrînê şermezar kirin û bang kir ku divê tavilê êriş rawestin.

Gelê Tebqa û koçberên Efrînê pêkanînên dijminane şermezar kirin
15 ÇILE, 2026   17:20
TEBQA

Bertekên gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, êrişên li dijî Bendava Tişrînê, ragihandina çeteyan a ku bajarên Dêr Hafir û Meskenê deverên leşkerî ne, zêde dibin.

Gelê Tebqa û koçberên Efrînê hevgirtina xwe bi xelkê taxên Helebê re nîşan da û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyarên xwe pêk bînin, sûcên şer ên li dijî welatiyan zelal bikin, êrişan rawestînin û welatiyan biparêzin.

Girêdayî mijarê Şêx Bozan Şêx girîngî da yekgirtina pêkhateyên gelê Sûriyeyê û got: "Tevahî pêkhateyên Tebqayê bi Ereb, Kurd, Misliman û Xiristiyanên xwe li dijî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatine, ne. Sedema van êrişan DAIŞ û dewleta Tirk ku hewl didin di nava Ereb û Kurdan de fitneyê derxin, lê bi ser nakevin."

Ji koçberên Efrînê Şêx Ebdulqadir Xelîl jî got: "Êrişên li dijî Şêxmeqsûd, Dêr Hafir û Bendava Tişrînê êrişên barabarî ne li derveyî nirxên olî û mirovahiyê ne."

Ji dayikên aştiyê yên kantona Tebqayê Ferîde Şêx Yaqûb êrişên faşîsta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê şermezar kirin.

Ferîde banga pêkanîna peymana 10ˊê Adarê û tevahî pêkanînên li dijî gel kir û got: "Em dayikên aştiyê ji hemûyan re bêyî cudahî aştiyê dixwazin."

Elî El Himêdî yê ji Tebqayê Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav kir û got: "Divê peymana 10ˊê Adarê pêk were, saziyên sivîl û leşkerî bi yên dewletê re werin entegrekirin."

Mistefa El Nasir ê ji gelê Tebqayê girîngî da vegera li diyalogê û anî ziman ku tiştê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji qetilkirin, wêrankirin û koçberkirinê pêk hatiye sûc e.

El Nasir di dawiyê de got çareseriya bingehîn ji bo Sûriyeyê diyalog û avakirina dewleteke giştî ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ye.

(fr)

ANHA