QSD: Hêzên me di tevahî qadan de bihêztir bûye

QSDʹê diyar kir ku ew piştî 9 salan ji damezrandinê di tevahî qadan de bihêztir û xurttir bûye.

QSD: Hêzên me di tevahî qadan de bihêztir bûye
10 cotmeh, 2024   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi boneya salvegera 9ʹan a damezrandina hêzan daxuyaniyek da û diyar kir ku damezrandina QSDʹê teqeziya li ser nasnameya herêmê û pêkhateyên wê ye.

Berfireha daxuyaniyê wiha ye:

"10ʹê Cotmehê salvegera 9ʹan a damezrandina hêzên QSDʹê ye. Ew yek li ser mîrasa mezin a fedekariyên şehîdên YPJ, YPGʹê û gelek serkeftin û hemleyên leşkerî yên serketfî bi saya  fedekariya bi hezaran xort û keçên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Her wiha bi saya wefedariya gelê herêmê ku her tişt di oxira serkeftina şoreşê de daye pêk hat. Bi vê boneyê em tevahî şehîdên leheng bi bîr tînin. Em vê boneyê li gel, şervan û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin.

Damezrandina QSDʹê encama têkoşîna mezin e ku gelê me dest pê kiriye, tê de gelek azmûn, jîr, aramî, cesaret, xwebawerî û baweriya bi serkeftinê di giyanê şervanan de kom bûye û gelê Rojava ku ji bilî yekîne û komîteyên xweparastinê ku bingeha avakirina projeya parastina rewa li herêmê ne, baweriya xwe bi tu aliyekî nayîne. Ji ber vê yekê, axaftina li ser avakirina QSDʹê bêyî vegerandina li dîrokê û bîranîna bûyer û şerên beriya wê avabûne, bi zehmetî, dijwarî û serkeftinên wê û her wiha bi fedekariya fermandar û şervanan, nikare bibe xwedî nirx.

Ji lew re li pişt avakirina QSDʹê giyanên fedaî û mejiyên afirîner ên ku ji hemû ezmûnên dîrokî sûd werdigirin, paşerojê dixwînin û giyanên leheng hene, ku armanca wan hemû parastina gelên herêmê ye. Ew yek jî di demekê de ku hemû aliyên li ser xaka Sûriyeyê li pey berjewendiyên xwe û armancên xwe yên nerewa diketin û her tiştî ji bo wê difrotin pêk hat.

Ji bilî şert û mercên madî, avakirina QSDʹê teqeziya li ser nasnameya herêmê û pêkhateyên wê ye. Ji ber vê yekê cudahiya QSD`ê ne tenê di hêza leşkerî û hejmara şervanên wê yên keç û xot de ye, di nasnameya ku nûnertiya wê dike û armancên ku ji bo wan tê dikoşe ye û her wiha di prensîbên ku şervanên wê pê girêdidin û diparêzin de ye. QSD’ê nûnerê rast ê cewhera civaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li ser bingehê pûçkirina zilmê û fedakariya parastina azadî û rûmetê ye. Dema ku gelên herêmê û cîhanê behsa QSD’ê dikin, tenê behsa wêrekiya şervanên wan û dilsoziya wan a ji bo doza xwe dikin û fedekariya wan ji bo parastina herêmê û cîhanê ji teror û sûcan dikin.

Bê gûman QSDʹê di dema damezrandina xwe de rastî gelek zehmetî û astengiyan hat û piştî wê, ji pirsgirêkên biçekkirinê û madî dest pê kirin û heta bi dijberiya tevahî aliyan li dijî wan, di serî de jî DAIŞʹê û dewleta Tirk a dagirker. Lê belê ev ji bo QSD'ê projeyeke neteweyî, exlaqî û mirovî bû. Ji ber vê yekê israra li ser derbaskirina van dijwariyan û veguhertina wan ji bo hêmanên têkoşîn û berxwedanê yek ji girîngtirîn rêgezên QSD’ê bû, destkeftiyan pêk bîne û hêzên dijber ên êrişî herêmê kirine têk bibe. Tu tişt nikare pêla şoreşgerî ya di nava şervanên QSD'ê de bisekinîne û ruhê bêhêvîtiyê di nava wan de biçîne. Berovajiyê wê, derbaskirina dijwarî û astengiyan jî nîşana mezinahî û hêza îradeya QSD`ê bû, ku dikare bibe bingehê angaştên hemû pêkhateyên herêmê. Ji vir ve, QSD’ê  herêm li pey herêmê rizgar kirine, bi miloyan welatî xelas kirin û cîhan ji hêza herî terorîst ku DAIŞʹê ye, rizgar kir.

Rizgarkirina bi hezaran kîlometreyan û bi hezaran gund û bajarokan, ne pêvajoyeke hesabê bû, lê belê ew encama dayîna bi hezaran şehîd û birîndarên şervanên QSD`ê û bi hezaran kêliyên ku tê de bûn, bû. QSDʹê bi miloyonan welatî ku di destê DAIŞʹê û hêzên din ên terorîst de dîl hatibûn girtin rizgar kirin. Ji lew re QSD’ê bi fedekariya şervanên xwe li ser asta cîhanê û herêmê bû sembol û axaftina li ser QSD’ê bû weke axaftin li ser dîrok û nasnameya herêmê, rastiya pêkhateyên wê û wêrekiya keç û xortên herêmê. Li ser wê bingehê, QSDʹê û pêkhateyên herêmê bi gelek hêzên navneteweyî re, bi taybetî bi Koalîsyona Navneteweyî re, têkilî û peywendî pêk anîn. Di dema şerê li dijî terora DAIŞʹê de QSDʹê bûbû axaftina tevahî hêz û dezgehên çapemeniyê. Bi wê yekê bû hêza yekane ku bi derfetên xwe yên madî yên hêsan DAIŞ têk bir û ji erdnîgariyeke fireh derxist û di aliyê leşkerî de li Baxozê têk bir.

Îro û piştî 9 salan ji damezrandina xwe, QSDʹê tevî hemû şert û merc û êrîşan li her qadê bihêztir û xurttir bûye. Di warê leşkerî de bi kalîtetir, di warê hejmar de mezintir û di warê perwerdekirinê de pisportir e. Şervanên QSDʹê niha xwedan asteke bilind a dîsîplîn û pisporiyê ne û di afirandina hemû şert û mercên guncaw de afirîner in ku li dijî her rewşeke awarte bisekinin. Tecrûbeyên di salên borî de îsbat kirin ku QSDʹê bi awayekî xurt li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, DAIŞʹê û aliyên din ên dijber sekinî. QSD’ê pişta xwe neda şert û mercên amade, lê şert û mercên guncaw li hember astengiyên li hemberî wan ava kirine.

Li ser vê bingehê şertgiriya aliyên dijber a li ser tunekirina QSDʹê bi rêya êrişên fireh li dijî wan, derxistina fitneyan û pêkanîna komployan têk çûn. Berovajî vê yekê QSDʹê ji her demê bihêztir û xurttir bûye û xwediyê gelek faktorên serkeftinê ne. Ji her demê bêhtir bi biryar e ku bigihîje armanc û daxwazên şehîdan, herêmê û gel biparêze û herêmên dagirkirî rizgar bike. Roj bi roj QSDʹê îsbat dike ku êriş wan bihêztir û îsrartir dikin.

Em careke din malbatên şehîd, gel û tevahî şervanên xwe bi boneya salvegera 9ʹan a QSDʹê pîroz dikin û soza didin wan ku serkeftinên birûmet ji bo pêşerojeke ronak ku xwedê sernava azadî û rûmetê ye, pêk bînin."

(fr)