Çalakiya konvedanê ya Helebê didome

Di roja duyemîn a çalakiya konvedanê ya Kongra Star a Helebê de girîngiya xweparastinê, pergala hevseroketiyê û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ol û neteweya demokratîk de hatin nîqaşkirin.

Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
Çalakiya konvedanê ya Helebê didome
27 gulan, 2024   23:06
HELEB

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Kongra Star çalakiya konvedanê ya ku duh li hola Telêt Heleb a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xistibû, didomîne.

Di roja duyemîn de endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Her wiha, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Parastina Civakê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Saziya Karûbarên Olî û Saziya Karûbarên Civakî, meclis, şaredariya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û komîteyên wê jî beşdar bûn.

ˊTAYETMENDIYÊN MIROVÊ ŞOREŞGERˊ

Di serî de şervana YPJ'ê Hêlîn Garê li ser berpirsiyariya parastina welat wiha got: "Mirovê ku ji welatê xwe qut bûye, kole ye û ne xwedî nirxên niştîmanî û neteweyî ye. Ji ber wê jî pêwîst e her kes xwedî taybetmendiyên mirovê şoreşgerî be û xwedî li berpirsiyariya parastina welat derkeve."

ˊHEVSEROKETÎ MISOGERIYA PÊKANÎNA ARAMIYÊ YEˊ

Di mijara duyemîn a çalakiyê de endama rêveber a Saziya Karûbarên Civakî Selwa Hemo li ser têgiha hevseroketiyê li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: "Ev têgih ji bo pêkanîna aştî, aramî û pêşxistina di çarçoveya Rêveberiya Xweser de ye. Li gorî wê jî mafên hemû pêkhate û çandan parastî ne. Ev jî misogeriya edaleta civakî ya civakan e."

Der barê heman mijarê de endamê rêveber ê Saziya Karûbarên Olî Şêx Elî El Hesen got: "Hin ayetên di Quranê de piştgiriyê didin fikrê hevseroketiyê di navbera herdu zayendan de. Eger em vegerin serdema hezretî Mihemed em ê bibînin ku berî her kesî yê ku piştgirî û destek daye jinan, ew bû."

ˊPERSPEKTÎVÊN RÊBER ABDULLAH OCALANˊ

Mijara sêyemîn a li ser perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endamê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Xirêwî ve hatin xwendin. Xirêwî got karê rêxistinkirî yê şaredariyê, hişmendiya serxwebûna demokratîk a ku xwe dispêre neteweya demokratîk pêş dixe.

Piştre, rêvebera Komîteya Ekolojîk ya Şaredariya Gel Gulistan Şêxo got: "Pêwîst e em fikrên Rêbertî bi awayekî saxlem û durist nas bikin, bêyî ku em tiştekî tê de biguherînin. Nexasim perspektîfên li ser ekolojiyê. Da ku em wan bixin asta pratîkkirinê û encamên baş bi dest bixin."

Çaverê ye sibe di roja sêyemîn a çalakiyê de çawaniya avakirina Sûriyeya demokratîk û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan li ser gel, perwerdekirin û fêrkirina civaka demokratîk, ciwan, çand û huner werin nîqaşkirin, berhemên hunerî werin pêşkêşkirin û çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî be.

(mh)