Beşdarên xwendina parêznameyên Rêbertî: Yekane rêya me gihandina neteweya demokratîk e

Beşdarên rûniştinên xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan got: "Divê parêznameyên Rêbertî li her maleke li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebin; ji berk u rêya yekane ya gihandina ber bi neteweya demokratîk û pêxistina civakan e."

Beşdarên xwendina parêznameyên Rêbertî: Yekane rêya me gihandina neteweya demokratîk e
Beşdarên xwendina parêznameyên Rêbertî: Yekane rêya me gihandina neteweya demokratîk e
Beşdarên xwendina parêznameyên Rêbertî: Yekane rêya me gihandina neteweya demokratîk e
28 gulan, 2024   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Li kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 kom (her komek ji 10-12 kesan pêk tê), parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin. Di koman de siyasetmedar, rewşenbîr û hiqûqnas beşdar in.

ˊXWENDIN JI GIRÎNGTIRÎN RÊBAZÊN XURTKIRINA KARÎNAN Eˊ

Endamê Nivîsgeha Perwerdê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Beşîr El Nayif ê beşdarê komekê bû, diyar kir ku xwendin ji girîngtirîn rêbazên perwerdê ye û roleke wê ya sereke di xurtkirina civakan de heye, nexasim xwendina ku xwe dispêre analîzkirinê.

El Nayif wiha domand: "Em hemleyên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk li dar dixin. Di wan parêznameyan de çareseriyên hemû pirsgirêkên civakî û aborî hene."

El Nayif destnîşan kir ku ew hewl didin di rojên bê de van koman berfireh bikin û Parêznameya Sosyolojiya Azadiyê bixwînin û wan rûniştinan li bajêr û gundewarê wî bi rêya komên ku dê bên zêdekirin, li dar bixin.

El Nayif teqezî bi girîngiya belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan di her malekê de da û got: "Pêwîst e fikrên Rêber Abdullah Ocalan li her malekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin belavkirin. Êdî parêznameyên Rêbertî gelekî belav bûne û li zanîngehên cîhanê tên xwendin. Parêzname ji bo gelek zimanan mîna Spanî, Fransî û Hindistanî hatin wergerandin. Pir ziman xwedî li vî fkirî û van parêznameyan derketin."

ˊHEJMARA XWÎNERAN ZÊDE DIBINˊ

Ji beşdarên komên xwendinê Reid El Fadil diyar kir ku ew ji 10'ê Mijdarê ve beşdarî xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bûye û got: "Hejmara xwîner û beşdarên xwendinê zêde dibin û parêznameyan êdî li şêniyan belav dikin."

El Fadil wiha domand: "Nîqaşkirina li ser parêznameya Sosyolojiya Azadiyê pir girîng e. Ji ber ku tê de dozên civakî, pirsgirêkên civaka êşên wê dikişînin mîna dozên aborî, dozên uslub, diyalog û dozên din ên civakî tên lêkolînkirin."

Fadil diyar kir ku armanc ji xwendina parêznameyan ew e ku çareserî ji bo pirsgirêkên civakê û gelek dozên din were dîtin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em deyndarê Rêbertî ne. Parêznameyên Rêbertî rêbaza tekane ya gihandina neteweya demokratîk û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

(mh)

ANHA