Oldar: Ji bo aştiyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê

Oldarên ji kantona Tebqayê diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiya mayînde azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e û destnîşan kir ku dewamkirina dîlgirtina wî derfetên çareseriya demokratîk asteng dike.

Oldar: Ji bo aştiyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê
16 îlon, 2025   05:15
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Kesayetên olî yên kantona Tebqayê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştî û edaleta li Rojhilata Navîn pêwîstiyek e û da zanîn ku berdewama tecrîdê astengiya li ber pêkanîna çareseriya demokratîk e.

Endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqayê Bozan Hemo der barê mijarê de wiha axivî: “Kesayeta Rêber Abdullah Ocalan hemû wateya dilovanî û mirovahiyê di nava xwe de dihewîne. Bê cudahî ji hemû mirovan hez dike. Daxwaza azadiya wî ne tenê daxwazeke siyasî ye. Lê ew helwesteke mirovî û exlaqî ye. Rêbertî banga aştiyê kir. Hêja ye hemû welatên di rêya aştiyê de dixebitin, li kêleka wî bisekinin. Însiyatîfa Rêbertî daye destpêkirin, ji navê Xweda hatiye; aştî. Ev ji cewherê ola îslamê ye.”

Endamê Meclisa Olî ya Kantona Tebqa Ebdulqadir El Xelîl jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo rûmeta gelan azadiya xwe ji dest da. Ev zêdetirî 25 sal e ji bo parastina edaleta civakî, mafê jinan û ekolojiyê di girtîgeha Îmraliyê de ye. Tevî tecrîd û girtîgehê destê aştiyê dirêj kiriye. Bi rêya dan û standinan daxwaza bidawîkirina tundiyê dike.”

Endamê Rabîteya Al El Beyt a Kantona Tebqayê Ednan Ilêwî jî got: “Rêbertiya me nameya aştiya giştî hilgirtiye. Nameya wî hemû pêkhate û mezhebên civakî digire nava xwe. Armanca wî avakirina jiyana hevbeş û lihevkirina di nava hemû gelê Sûriyeyê û tevahî herêmê de ye. Bingeha wê parastina ewlehî, borandin û hezkirinê ye. Em oldar Rêber Abdullah Ocalan bi zanyarekî cîhanî yê mezin nas dikin. Bi felsefeya xwe sûd li tevahî mirovahiyê kiriye. Em dixwazin yekser serbest were berdan da ku projeya xwe ya mirovî di avakirina aştiyê de bibe serî.”

(dc)

ANHA