Brîtanyayê destekdayîna UNRWA'yê taloq kir

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku Brîtanyayê piştgiriya ˊUNRWAˊ bi awayekî demkî taloq kir. Ev biryar ji ber îdaiyaên beşdariya karmendên UNRWAˊyê di êrişa li ser Îsraîlê de hate dayîn.

Brîtanyayê destekdayîna UNRWA'yê taloq kir
27 ÇILE, 2024   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî duh ragihand ku Washington destekdayîna ji bo UNRWA'yê rawestand, sedem jî ew e ku têkiliya hin karmendên UNRWAˊyê di êrişên Hemasê yên li dijî başûrê Îsraîlê de hene.

Li hember wê, UNRWA'yê destnîşan kir ku wê dozek ji bo lêpirsînê vekir û da zanîn ku wê têkiliya xwe bi wan karmendan re qut kir.

Komîserê giştî yê UNRWA Philippe Lazzarini da zanîn ku hikumeta Îsraîlê agahî dan UNRWAˊyê ku hin karmendên wê beşdarî êrişên li dijî Îsraîlê bûne û diyar kir ku êdî ew karmend yekser ji kar hatin rawestandin û dest bi lêpirsînê hat kirin.

UNRWA di sala 1949'an de piştî şerê yekemîn ê di navbera dewletên Erebî û Îsraîlê de hat damezirandin, alîkariyên di warê perwerdehî, tenduristî û mirovî pêşkêşî Filistîniyên li Xeza, Urdun, Sûriye û Lubnanê dike.

(mh)