Bombaran û pevçûnên li derdora Tişrînê didomin

Balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dewleta Tirk a dagirker, bi berdewamî herêma Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Pevçûnên dijwar didomin.

Bombaran û pevçûnên li derdora Tişrînê didomin
8 ÇILE, 2025   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Tişrînê berdewam dikin. 

Nûçegihanan diyar kir ku balafirên şer û yên bêmirov-biçek ên dewleta Tirk a dagirker, herêmê bombbaran dikin. Dagirek û çeteyên wan ji bejahî ve jî bi topan êriş dikin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersivên tund didin dagirkeran û pevçûnên dijwar didomin.

Ji ber êrişên dagirkeran, xeteriya hilweşîn an jî zirara mezin a bendava Tişrînê zêdetir dibe.

(a)

ANHA