Amerîkayê bacên gumrikê avêtin ser 180 welatan

Serokê Amerîkayê Donald Trump bacên nû yên gumrikê avêtin ser gelek welatan, Sûriyeyê jî rêza welatên ku bac atiye ser de ye.

Amerîkayê bacên gumrikê avêtin ser 180 welatan
3 nîsan, 2025   11:20
Navenda nûçeyan

Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî bi merasîmekê wan gefên aborî ku ev demek bû propaganda wê dikir îmze kir û wek ‘roja rizgariya Emerîkayê’ bi nav kir.

Trump got ku êdî rê nadin welatên din li ser hesabê aboriya Emerîkayê welatên xwe dewlemend bikin.

Trump, serok û rêveberên welatan agahdar kir ku efû ji ti welatan re nîne û eger ew dixwazin ku ev bacên nû neyin bicihkirin, divê ew welat bacên gumrikê li ser berhemên Amerîkayê kêm bikin.

Serokê Amerîkayê baceke ji sedî 41 li ser berhemên Sûriyeyê, ji sedî 39 li ser berhemên Iraqê, û ji sedî 10 jî li ser berhemên Tirkiye û Îranê daniye.

Donald Trump eşkere kir ku di saet 12:00ê şeva çarşemê li gor dema Amerîkayê, bacên gumrikê dê bikevin meriyetê.

Trump got: “Ji vir û pê ve divê kes li ser hesabê me dewlemend nebe. Çerxa zêrîn a Amerîkayê vegeriya û îro roja rizgariya Amerîkayê ye. Em Amerîkayê careke din dewlemend dikin. Ez dawî li nîv sedsaliya talana samanên Amerîkayê tînim. Ji Amerîkayê dizî tê kirin û em dê vê yekê rawestînin.”

Piştre Trump lîsteya tevahiya wan welatên ku bacên nû yên gumrikê li ser berhemên wan tên danîn eşkere kir.

Welatên ku Amerîkayê baca gumrikê li ser danîne wihane;

Li ser berhemên Çînê ji sedî 34

Li ser berhemên Japonyayê ji sedî 24

Li ser berhemên Îraqê ji sedî 39

Li ser berhemên Sûriyeyê ji sedî 41

Li ser berhemên Tirkiyeyê ji sedî 10

Li ser berhemên Îranê ji sedî 10

Li ser berhemên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 20

Li ser berhemên Vîetnamê ji sedî 46

Li ser berhemên Taywanê ji sedî 32

Li ser berhemên Japonyayê ji sedî 24

Li ser berhemên Hindistanê ji sedî 26

Li ser berhemên Koreya Başûr ji sedî 25

Li ser berhemên Taylandê ji sedî 36

Li ser berhemên Swîsreyê ji sedî 31

Li ser berhemên Endonêzyayê ji sedî 32

Li ser berhemên Malezyayê ji sedî 24

Li ser berhemên Brîtanyayê ji sedî 10

Li ser berhemên Bangladeşê ji sedî 37

Li ser berhemên Îsraîlê ji sedî 17

Li ser berhemên Brazîlyayê ji sedî 10

Li ser berhemên Awistraliyayê ji sedî 10

Li ser berhemên Pakistanê ji sedî 29

Li ser berhemên Urdunê ji sedî 20

Li ser berhemên Îmaratê ji sedî 10

Li ser berhemên Misirê ji sedî 10

Li ser berhemên Marokoyê ji sedî 10

Li ser berhemên Tunisê ji sedî 28

Li ser berhemên Libnanê ji sedî 10