Bizûtneweya Îslamî: Pêwîst e xebata çekdarî vegere têkoşîna sivîl û destûrî

Serokê Bizûtneweya Îslamî diyar kir ew gava ku PKK û Abdullah Ocalan avêtiye, ji bo Kurdên Bakurê Kurdistanê gaveke mezin û dîrokî ye û got, “Di vê qonaxê de pêwîst e xebata çekdarî vegere xebata têkoşîna sivîl û destûrî.”

Bizûtneweya Îslamî: Pêwîst e xebata çekdarî vegere têkoşîna sivîl û destûrî
13 gulan, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di salvegera Raperîna xelkê Hewraman û Helebceyê de, Serokê Tevgera Îslamî (Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz di daxuyaniya çapemeniyê de li ser biryarên Konferansa 12’mîn a PKK’ê axivî.

Îrfan Ebdulezîz got; “Pêvajoya aştiyê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bûye mijara rojê. Kurdan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê xebat û têkoşîna xwe zêde kirine heta ku bikaribe hebûna xwe biparêze. Niha pêvajoya aştiyê bi hewlên dilsozane yên hemû aliyan bi awayekî gelek baş û zelal ber bi pêş ve diçe.”

Têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber Ocalan ku bû destpêka pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd jî Serokê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê wiha got; “Ew gava ku Birêz Ocalan avêtiye mezin bû ku niha xebat û têkoşîna siyasî û destûrî gelek pêwîste. Ji bo vê qonaxê ji aliyê parlamentoyê ve pêwîste xebat bê kirin. Biryara danîna çek û fesixkirina PKK’ê her çend zehmet bû, lê biryareke dîrokî ye. PKK’ê, ji bo pêvajoya aştiyê karî vê gava mezin bavêje. Em dixwazin di vê mehê de gavên mezintir bên avêtin û pêvajo bigihije armanca xwe.”

Têkildarî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata demkî ya Şamê de jî Serokê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz wiha got; “Ew lihevkirina di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye kirin destkefteke girînge û digihije armancê. Ji bo wê jî hêviya me ji her du aliyan ewe ku lihevkirin bê bicîkirin. Rojhilata Navîn pêwîste ji vir û pê ve ber bi avedanî û îstixrarê ve biçe, her wiha rewşa herêmê jî ber bi baştirbûnê ve gav diavêje.”