Mamosteyan têkildarî êrişan dosyayek pêşkêşî Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî kir

Yekitiya ya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Sekreterê Giştî yê Perwerdeya Navneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser xwendekar û mamosteyan bikevin tevgerê.

Mamosteyan têkildarî êrişan dosyayek pêşkêşî Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî kir
29 kanûn, 2023   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Giştî ya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bandorên êrişan li qada perwerdeyê dosyayek ji Sekreterê Giştî yê Yekitiya Perwerdeya Navneteweyî  (Education International) David Edward re şand.

Di dosyayê de agahiyên têkildarî hejmara dibistanên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine hedefkirin,  hatin diyarkirin.

Di dosyayê de hate destnîşankirin ku êrişên domdar bandorê li qada perwerdeyê dike û wiha hat domandin: "Ji 25’ê mehê ve, dibistan û saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heta demeke ne diyar ve hatine girtin. Girtina dibistanan bandoreke neyinî li zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku nahêle perwerdeya xwe temam bikin. Di heman demê de tirs û bê hêviyê dixe nav wan û jiyana wan û ya mamoste û tevahî kadroyên perewrdeyê dixe xetereyê. Her wiha ewlehiya herêmê lawaz dike.

Em weke endamek yekitiya we ’Perwerdeya Navneteweyî’, kiryarên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Êriş ku bi hedefkirina binesaziyê rêyeke xetere girtiye, dighêje asta sûcên şer. Ji ber bêdengiya navneteweyî li hemberî welatê me yê birîndar em dilgiraniya xwe nîşan didin. Em we agahdar dikin ku êrişên di çend rojên dawîn de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, karesateke mirovî ye, nabe were qebûlkirin."

Di dosyayê de ev bang hat kirin: "Li hemberî êrişên nemerdane piştevaniyê bidin me. Em bi hêvî ne ku hûn li pêşiya aliyên têkildar û rêxistinên mirovî yên navneteweyî bibin dengê me. Em bi hêvî ne ku hûn êşa me ya mezin bi wan re parve bikin. Her wiha em hêvîdar in ku em karibin tiştekî bikin da ku kirinên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî xwendekar û mamosteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin."

Yekitiya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel dosyaya nivîsî wêneyên dibistanên hatine hedefkirin û çavkaniyên agahiyan parve kirine.

(bb)

ANHA