Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan

Hîna jî çîrokên berxwedana efsanewî ya Kobanê tên vegotin. Ji fermandarên YPJ’ê Arîn Mîrkan ku di berxwedana Kobanê de çalakiyeke fedaî kiribû, qala wê berxwedaê kiribû.

Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
Bîranînên berxwedana Kobanê li ser zimanê şehîd Arîn Mîrkan
5 cotmeh, 2024   04:10
KOBANÊ
DÎCLE EHMED

15’ê Îlona 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê ji 3 aliyan ve êrişên dagirkirinê li ser bajarê Kobanê dane destpêkirin. Şervanên YPJ û YPG’ê û hêzên din ên parastinê, bi sedan ciwanên ji Kurdistanê û welatên cîhanê ji bo piştgiriyê hatibûn, bi berxwedaneke efsanewî Kobanê parast û êriş têk birin. Di berxwedanê de berxwedan û têkoşîna jinan derket pêş ku bi dehan wekî Rêvan, Arîn, Zozan, Peyman, Destîna, Berfîn, Nefer, Avesta, Medya di rêya azadiyê de canê xwe feda kir. Çîrokên berxwedanê di her kolan, mal û gireke li Kobanê de tên gotin.

Çalakiya fedaî ya fermandar Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûrê pêk anîbû, heya niha li ser zimanan e.

Arîn Mîrkan (Dilara Kinc) sala 1992’yan li gundê Mîrkan (Hesê) yê bajarê Mabata yê kantona Efrîn-Şehbayê ji dayik bûye. Arîn di sala 2007’an de tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe û bi destpêka Şoreşa Rojava re vedigere û cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de digire û wek fermandar tê hilbijartin.

Bi destpêka êrişên çeteyên DAIŞ’ê re, fermandar Arîn berê xwe dide Kobanê û cihê xwe di tevahî cengên parastina gundên rojhilatê Kobanê de digire.

5’ê Cotmeha 2014’an anku di roja 20’an a berxwedana Kobanê de, fermandar Arîn Mîrkan di saetên êvarê de çalakiyeke fedaî li ser girê Miştenûrê yê başûrê bajarê Kobanê li dar dixe. Di çalakiyê de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê tên kuştin.

Arîn Mîrkan beriya çalakiyê ji ajansa me re axivîbû û behsa berxwedana Kobanê kiribû ku ji gundê Kîkanê dest pê kiribû.

Arîn Mîrkan digot: "Em nikarin behsa wan şeran bikin, ji ber ku hem giran bû û hem jî em nikarin bi gotinan îfadeya wê bidin. Şervanên me bi rih û moraleke bilind û bi cesareteke xurt li ber xwe didin û digotin em ê her malekê bikin goristana çeteyan."

Arîn qala bersiva êrişên çeteyan dike ku xwestin bikevin gund û wiha dibêje: "Nêzî xendeqa em lê bûn, xaniyek hebû. Xanîyên gundan ji derve basît bûn, lê ji hundir ve asê bûn, şervanan xwe lê digirt."

Arîn Mîrkan dibêje çeteyên DAIŞ’ê hem şerê fîzîkî û hem jî psîkolojîk dimeşand û wiha didomîne: "Bi qîrîn û gotina tekbîran êrişî me dikirin. Sibeha bi çekên giran û hawanan her tişt didan ber xwe û û êvarê jî êriş dikirin. Em timî amade bûn. Çekên giran û hawanan êrişî me dikir. Çeteyan êrişî mala ku şervan lê bûn, kir. Me ew şopandin û gule avêtin wan. Şer heya çend saetan dewam kir. Di dawiyê de me êriş têk bir. Piştî vê berxwedanê, çeteyan êriş li dijî hevalên me dan destpêkirin û bombeyên dûmanê avêtin da ku bikarin cenaze û birîndarên xwe rakin û birevin. Di berxwedanê de heval Çekdar Kobanê şehîd bû û şervanek birîndar bû. Min bang li şervanan kir ku ji nuqteyên xwe vekişin. Piştre me bi ser çeteyên ku xwestin ji pişt ve werin, girt. Me siyên 3 çeteyan dîtin ku hêdî tev digeriyan, lê wisa xuya bû ku cih nas nakin. Dema nêzîktir bûn, me gule lê reşandin û her sê çete hatin kuştin.”

Fermandar Arîn Mîrkan çîrokeke din a berxwedanê jî wiha vedibêje: "Em vegeriyan nuqteya xwe ya esasî. Hevalek li şûna min dişopand û çavdêrî dikir. Ez derketim rewşa hevalên din ên li eniyên nêzî me bişopînim. Dema vegeriyam cihê xwe, heval Şervan got hinek kes nêzî me ne û ji min xwest dengê xwe kêm bikim. 4 kes hêdî hêdî dimeşiyan. Destpêkê min texmîn kir ku hevalên me ne. Mesafeya di navbera me û her çar kesan de bi qasî 4 metreyan bû. Ez li pişt dîwar rûniştî bûm, loma min nedîtin. Ji tevgera wan xuya dibû ku cografiyaya gund nizanin. Min gazî kir û got heval ev hûn in? Gotin ‘Allahû ekber’. Hingî min zanî ku çete ne. Min li wan reşand û şer di navbera me û wan de çêbû. Şer heya dereng dewam kir. Di encamê de kuştiyên çeteyan çêbûn û yên din jî reviyan.”

Arîn Mîrkan di hevpeyvînê de diyar dike ku çeteyên DAIŞ’ê ne bi tenê ne, lê desteka xwe ji gelek dewletan digirin û wiha dibêje: "Carekê me gelek çete girtin. Yekî belçîkayî di nava wan de hebû.”

(bb)

ANHA