Elîf Berk: Nagîhanê pêşniyar dikirin û pêk dianîn

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk li ser jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel got “Nagîhan Akarsel pêşniyar dikirin û pêk dianîn. Bi wate û stratejîk dijiya.”

Elîf Berk: Nagîhanê pêşniyar dikirin û pêk dianîn
5 cotmeh, 2024   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha sala 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin. 2 sal di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re derbas bûn lê hê jî kujer nehatine darizandin. Hevala Nagîhan Akarselê ya têkoşînê endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Berk li ser jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarselê axivî.

Elîf Berk, di destpêka axaftina xwe de dibêje Nagîhan Akarsel ji destpêka xebatên Akademiya Jineolojiyê de cihê xwe tê de girtiye û xebatên edîtoryayê kovara Jineolojî kirine. Her wiha Elîf Berk bal kişand ser hedefgirtina kesayetên wekî Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Behadîn û got: “Ev hedefgirtin hem ji bo me êş e hem jî sozdayîn û xurtkirina têkoşîna li hemberî vê pergala qirker e.”

‘SÛCÊN DEWLETA TIRK DIDOMIN’

Elîf Berk di şexsê şehîd Nagîhan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Piştî şehadata heval Nagîhan heta niha sûcên dewleta Tirk didomin. Em hewl didin di raya giştî de bertekên xwe yên li hemberî sûcên şer ji raya giştî re aşkera bikin. Însiyatîfa Dadê ya ji bo Nagîhan Akarsel par hat avakirin û ji aliyê însiyatîfê ve daxwaza sûc werin aşkerakirin û cezakirina kesên ku wan sûcan pêk tînin, daxuyaniyek hat belavkirin.”

Elîf Berk bal kişand ser mekanîzmeya saziyên qanûnî yên navneteweyî jî û wiha axaftina xwe domand: “Însiyatîfa Dadê ya ji bo Nagîhan Akarsel îsal jî daxuyaniyek da, lê hîna encamên dadgehê ya Başûrê Kurdistanê û Iraq diyar nebûne. Ev jî dide diyarkirin ku tifaqeke van dewletan heye. Ji ber vê bêdengiyek heye.”

‘BI WATE DIJÎ’

Elîf Berk li ser têkoşîn û girêdana Nagîhan Akarsel a bi jinan û xwezayê re wiha axivî: “Nagîhan bi wate dijî. Têkiliyên bihezkirin ava dikirin. Bi dilê xwe difikirî. Bi wate û stratejik dijiya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xebatên jineolojiyê şêwaza fikirandina heval Nagîhan gelekî bi bandor bû. Kesên ku bi Nagîhanê re jiyane, pirsek biçûk jê kiribin jî heta niha wan kesan ji rêbaza Nagîhanê ya nîqaşe gelek sûd wergirtiye. Dibêjin Nagîhanê hezkirina xwe di jiyanê de dida hîskirin. Ji ber vê ji Bakur heta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hemû cihên ku lê maye, şopên Nagîhanê hene. Ji ber wê em dibêjin di avakirina Akademiya Jineolojiyê û danîna planên diberojê yên ji bo Akademiya Jineolojiyê de keda heval Nagîhan gelek e. Mînaka wê jî yek ev e ku di Zanîngeha Rojava de beşa jineolojiyê bi keda heval Nagîhan hatiye vekirin. Her wiha di avakirina Jinwarê de rista xwe lîst. Di navendên lêkolînên jineolojiyê de şêwaza heval Nagîhanê ya lêkolînê bi bandor û giring e. Di her aliyê de heval Nagîhan pêşniyar dikirin û pêk dianîn.

‘HEMÛ JIN LI DERDORA NAGÎHANÊ KOM DIBÛN’

Hevala Nagîhan kesayeteke di hevaltî û jiyana xwe de mînak bû. Xwedî enerjiyeke wisa bû ku diçû kîjan civatê, bi awayekî xwezayî hemû jin li dora Nagîhaên kom dibûn. Girêdana wê ya bi xwezayê re pir cuda û balkêş bû. Têkiliya wê di hevaltiya bi jinan re jî xwe bi awayekî xurt dida der. Dema dîmênên ku li Efrînê hatine kişandin temaşe bikin, bi jinên Efrînê re kar dike, bi wan re tevger dike û cihên dîrokî wek şikeft hwd serdan dike. Ji salên 2017 û 2018’an de têkiliyên ku li Efrînê dabûn avakirin hîna jî berdewam dikir. Li Efrînê dayikeke wê hebû, rojane silav didan hev û pirsa hev dikirin. Mirovên ku heval Nagîhan tenê rojek an jî saetek nas kiriye, hevaltî kiriye, bandor lê dibû. Têkiliyên xwe bi mirovan re rasterast ava dikirin, ji dil nêz dibû.”

‘ŞAGIRTÊN NAGÎHANÊ LI HER DERÊ NE’

Elîf Berk da zanîn ku ji destpêka avakirina Navenda Jineolojî ya Efrînê de Nagîhan Akarsel xebatên lêkolînê meşandiye û wiha got: “Wek binesaziya avakirina jineolojiyê li Efrînê keda wê heye. Ji ber vê heta niha jî li we herême lêkolînên me xurt in. Rihê Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji wê herêmê derket. Herî dawî li Helebê par Mala Xwendinê ya Nagîhan Akarsel hate vekirin û îro li wir bi sedan ciwan dixwînin, lêkolîn dikin û xwe pêş dixin. Şagirtên Nagîhan li her derê ne, bi rihê Nagîhan jiyan dikin û têkoşîna Nagîhan mezin dikin.”

Elîf Berk diyar kir ku Nagîhan Akarsel ji bo hemû jinan ked daye û li ser armanca Nagîhanê hîna jî xebat didome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Xebatên me yên zanistî, hest, wijdan û eşa azadiyê tên meşandin. Ji ber ku ev zanist ji bo Şoreşa Jin û azadiya civakê ye. Ev bi xwe armaceke mezin e. Giraniya xwe didin xebatê akademîbûyîn ê. Dema em dibêjin akademîbûyîn ne di wateya wek pergala desthilatdaran were meşandin û kar û xebat lê were kirin. Ji bo avakirina şoreşa hişmendî, rewşenbîrî xebatê akademîbûyîn giring e. Ji bo guhertin û veguhertina civakê jî pêşentî û kadrobûn pêwîst e. Ji ber wî jî ji bo avakirina kadroyên Akademiya Jineolojiyê û Soslojiya Azadiyê ku bikarin pêşengiya şoreşê bikin, akademîbûyîn pêwîst e. Ji bo wan jî plan û bernameyên me hene. Komxebat, konferans û atolyeyên ku li deverên cûda tên meşandin hene. Dîsa plansazî ji bo pêşerojê jî hatiye derxistin ku têzên nû yên jineolojiyê were kûrkirin û bi tezan ve girêdayî projeyên civakî pêşxistin e.”

he/zş

ANHA