Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke terorîst belav kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê belav kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn mikurhatinên şaneyeke terorîst belav kirin
4 cotmeh, 2024   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya fermî ya medyaya dîjîtal dîmena mikurhatinên şaneyeke terorî belav kir.

Di mikurhatinan de hat diyarkirin ku ew şane bû sedema şehîdkirina 2 zabitên sivîl ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bekvanê trumpeya avê ya çemê Firatê û 3 sivîlên din. Her wiha ku şaneyê bi dehan êrişên çekdar û dizî li dijî welatiyan pêk anîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku şane ji 13 çeteyan pêk tê. Serçeteyê wan Xelîl Xalid El Mutleq (Ebû Eyhem) e ku di 2013'an de tev li çeteyên DAIŞ'ê bibû û li gelek deverên Iraq û Sûriyeyê geriyaye.

Ebû Eyhem û hin endamên şaneyê li ser dîroka endamên wê û çalakiyên wan, erkên wan û makanîzma xebata wan, li xwe mikur hatin.

Her wiha wan der barê operasyonên terorî yên ku wan li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, agahî dan.

(mh)

ANHA