Bira û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bira û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
10 ÇILE, 2025   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Bi heman rengî xwişka Omer Hayrî Konar Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê da.

Serlêdana malbatan û parêzeran a ji bo hevdîtinê bi rêk û pêk û bi kêfî tê astengkirin. Nêzî temamiya serlêdanan bê bersiv têne hiştin.