Bîlançoya şerê li Lubnanê: 2229 kuştî, 10380 birîndar

Di êrişên Îsraîlê yên duh bi şev ên li ser Lubnanê de 12 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji destpêka şerê li Lubnanê ve 2 hezar û 229 kes hatine kuştin û 10 hezar û 380 kes jî birîndar bûne.

Bîlançoya şerê li Lubnanê: 2229 kuştî, 10380 birîndar
12 cotmeh, 2024   10:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bi daxuyaniyekê bîlançoya kuştî û birîndarên êrişên duh bi şev ên Îsraîlê aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên li ser Bîsariyê de 3 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne, li  Ensariyê jî 3 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûn, li bajarokên Gaziye û Edlûn ên başûr kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû, di êrişa li herêma Belebek Hermel de jî 5 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Wezaretê bi daxuyaniyeke din ragihand ku ji destpêka şerê li Lubnanê ve 2 hezar û 229 kes hatine kuştin û 10 hezar û 380 kes jî birîndar bûne.

Hizbullaha Lubnanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê baregeha leşkerî ya Îsraîlê ya li başûrê bajarê Heyfa yê li bakurê Îsrîalê bi moşekan kiriye hedef.

Hizbullahê duh hişyarî dabû niştecihên herêmên bakurê Îsraîlê ku malên xwe û baregehên leşkerî vala bikin ku dê bibin hedefa wê.

(bb)