257 kesên din ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Li gorî maseya krîzê, 257 kesên din ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

257 kesên din ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
12 cotmeh, 2024   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Maseya krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku îro 257 kesên din ji Lubnanê hatin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi vê yekê hejmara kesên ji ber şer li Lubnanê hatine herêmê, bû 19 hezar û 132. Di nava vê hejmarê de 58 lubnanî û 19 cenaze jî hene.

Kesên ji Lubnanê tên, an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera kesên ji Lubnanê tên herêmê, hêsan dike.

Rêveberiya Xweser bi rêya maseya krîzê kesên ji Lubnanê tên pêşwazî dike û wan bi cih dike.

Hevya Sor a Kurd jî li hemû bajaran konên komkirina alîkariyan vedane.

Ji ber şerê Îsraîl û Hizbullahê bi hezaran sûriyeyiyên li Lubnanê vedigerin warên xwe.

(bb)

ANHA