Rojevên sereke yên rojnameyên erebî

Bersiva Îsraîlê ya muhtemel a li hember êrişên Îranê û tevger û gefên çeteyên DAIŞ`ê rojevên çapemeniya erebî ne.

Rojevên sereke yên rojnameyên erebî
12 cotmeh, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hizbullah amadekariya şerekî dirêj dike" weşand.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji çalakiyên Hizbullahê agahdar in û diyar kir ku Hizbullaha Lubnanê bi fermandariyeke leşkerî ya nû xwe ji şerekî dirêj re amade dike.

Rojnameyê destnîşan kir ku “dost û dijmin hêza Hizbullahê ya sekna li hember Îsraîlê dişopînin”.

‘ÎSRAÎLÊ VEBIJÊRKÊN BERSIVANDINÊ YÊN ÎRANÊ KÊM KIRIN’

Rojnameya El Quds di nûçeya xwe de behsa senaryoyên aloziya Îsraîlê û Hizbullahê kir. Rojnameyê destnîşan kir ku rayedarên amerîkî difikirin ku Îsraîl di çarçoveya bersivandina darbeyên Îranê de, armancên ku dê bike hedef, diyar kirine. Li gorî rojnameyê tu nîşane nîn in ku Îsraîl dê êrişî navendên nukleerî bike yan jî hin kesayetan bike hedef. Lê di heman demê de anî ziman ku gelek rayedarên amerîkî destnîşan kirine ku Îsraîlê heta niha biryareke dawîn têkildarî rêbazên bersivandinê yan jî dema wê, nedaye.

PEYAMÊN ÎRANÊ JI ÎSRAÎLÊ RE

Rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtine, got Îran bi rêya hin dewletên ewropî peyama xwe ya têkildarî bersiva Îsraîlê ragihand. Bi nêrîna rojnameyê Îran dixwaze hinekî dem bi dest bixe beriya ku Til Evîv êriş bike.

Rojnameyê li ser agahiyên heman çavkaniyan ragihand ku "peyama Îranê bi vî rengî ye; heke êrişa Îsraîlê sînordar be Îran dê paşguh bike, ". Heman çavkaniyan bi bîr xist ku beşa din a peyamê xeternaktir e ku "Heke Îsraîl êrişî navendên petrol an jî navendên nukleerî bike, bersiv dê xetên sor derbas bike".

‘GEFA DAIŞ HÎNA JÎ HEYE’

Tora El Hura ya amerîkî ku bi zimanê erebî weşanê dike, behsa tevgera DAIŞ`ê kir. Di vê çarçoveyê de axaftina koordînatorê Wezareta Parastinê ya DYA’yê yê Koalîsyona Navneteweyî Alan Matney parve kir ku rast e DAIŞ tu herêman kontrol nake lê îdeolojiya wê li dar e, pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî li hember wê bisekine. Matney aşkera kir ku koalîsyon bi stratejî û planên nû li hember gefa vê rêxistinê xwe amade kiriye.

(şx)