Heta niha 307 caran êrişî Herêma Federal a Kurdistanê hatiye kirin

Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28’ê Sibata îsal ve heta niha artêşa Pasdaran û komên çekdar ên ser bi Îranê ve 307 caran êrişî Herêma Federal a Kurdistanê kirine û di encama van êrişan de 8 kes hatine kuştin û 51 jî birîndar bûne.

Heta niha 307 caran êrişî Herêma Federal a Kurdistanê hatiye kirin
16 adar, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) têkildarî êrişên ser herêma Federal a Kurdistanê ya ji aliyê rejîma Îranê û komên çekdar ên girêdayî wê yên li Iraqê daxuyaniyek da.

Rêxistina CPT-Amerîka ragihand ku ji 28’ê Sibata îsal ve heta niha artêşa Pasdaran û komên çekdar ên ser bi Îranê ve 307 caran êrişî Herêma Federal a Kurdistanê kirine.

CPT’ê diyar kir ku ji 7’ê Adarê hatea 15’ê Adarê 111 êriş û bombebaran pêk hatine. Ji vana 81 êriş li ser Hewlêr, 38 êrişî li Silêmaniyê pêk hatine. Li gorî hefteya yekem a êrişan vê hefteyê rêjeya êrişan daket ji sedî 43.5’an.

Li gorî CPT’ê di êrişên vê hefteyê de 36 kes bûne qurbanî ku 4 ji vana jiyana xwe ii dest dane; 32 jî birîndar bûne. Hefteya yekem a êrişan 23 kes bûbûn qurbanî û ji wê 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 19 jî birîndar bûbûn. Li gorî vê di vê hefteyê de rêjeya qurbaniyan gihiştibû ji sedî 56.5’an.