Kana madenê hilweşiya: 13 kes birîndar bûn

Li navçeya Beypazari ya  bajarê Enqereyê kana madenê hilweşiya. Di encamê de 13 karker birîndar bûn.

Kana madenê hilweşiya: 13 kes birîndar bûn
10 nîsan, 2025   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Hirkatepe ya navçeya Beypazari ya bajarê Enqere a Tirkiyê Kana Madenê ya Çayirhanê hilweşiya. Di encamê de 13 karker birîndar bûn, ku tê gotin rewşa yek ji birîndaran giran e.

Gelek tîmên arkujî, tenduristî, jenderme, AFAD û UMKE ji herêmê re hatin veguhestin.

Karkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê û Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazari.