Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin

Li taxa Enteriyê û Kornîş ên Qamişloyê bi boneya 26`an a Komploya Navneteweyî civîn hatin birêxistinkirin. Di civînan de banga bilindkirina asta têkoşînê hate kirin.

Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin
Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin
Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin
Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin
Li Qamişloyê der barê Komploya Navneteweyî de civîn hatin lidarxistin
1 cotmeh, 2024   19:07
QAMIŞLO

Bi hatina salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li taxa Enteriyê û Kornîş ên bajarê Qamişlo, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de civîn hatin birêxistinkirin.

Li taxa Enteriyê civîn li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û li taxa Kornîş li dibistana Şehîd Kerîm Xan civîn hatin lidarxistin.

Di civînan de sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmralî di pêvajoya heyî de hat vegotin. Ji bo bilindkirina asta têkoşînê li bermberî sîstema îşkenceyê û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah bang hat kirin ku li gorî rewşê xwe birêxistin bikin.

Beşdarên civînê diyar kir ku ew qebûl nakin sîstema îşkence û qirkirinê li Îmralî bidome, ew ê ji bo têkbirina wê her li qadan bin û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di nava gelan de belavtir bikin.

Heta 4`ê Cotmehê civîn li tax û bajarokên girêdayî bajarê Qamişlo berdewam dikin.

(sb)

ANHA