Koşka Spî: Niyet nîn e ku Washington çekên nukleerî li dijî Îranê bi kar bîne

Koşka Spî bersiva parvekirinekê li ser Xˊê ya cîgira serokê berê Kamala Harris da û diyar kir ku niyeta Washingtonê ya bikaranîna çekên nukleerî li dijî Îranê red kir.

Koşka Spî: Niyet nîn e ku Washington çekên nukleerî li dijî Îranê bi kar bîne
7 nîsan, 2026   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî di peyameke ku li ser hesabê wê yê Xˊê hatiye weşandin de, niyeta bikaranîna çekên nûklerî li Îranê red kir.

Di peyamê de wiha hate nivîsandin: "Ey qeşmerên mezin, tiştê ku Cîgirê Serok li vir gotî nîşan nade ku ev yek heye."

Ev helwesta Koşka Spî wek bersivekê ji bo posteke li ser Xˊê ji hesabê girêdayî Cîgira Serokê berê Kamala Harris hat dayîn. Kamala Harris posteke bidîmen a cîgira serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jay D. Vance di dema serdana wî ya Budapestê de weşand û dibêje, "Jay D. Vance helwesta Trump piştî peyama wî ya dawî ku tevahiya şaristaniyekê wê îşev hilweşe piştrast dike û îşaret bi wê yekê kir ku Trump dibe ku çekên nûklerî bikar bîne."

(ac/fr)

ANHA