Bîlançoya êrişên 24 saetan li ser kantona Minbicê

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 8 moşekan, 3 balafirên bêmirov ên biçek û 3 balafirên bêmirov ên xwekuj 13 gund li kantona Minbicê bombebaran kirin.

Bîlançoya êrişên 24 saetan li ser kantona Minbicê
25 cotmeh, 2024   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên 24 saetan bi daxuyaniyekê parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hedefgirtina binesaziya xizmetguzariyê, gund û bajaran didomînin."

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku dewleta Tirk bi balafirên şer, yên bêmirov êriş herêmê kir û di encamê de bi dehan kes şehîd bû û birîndar bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 13 gundên bakur, rojava û bakurê rojhilatê bajêr bi moşekan 8 caran hatine topbarankirin, bi balafirên bêmirov 4 caran û balafirên xwekuj 3 caran hatine bombebarankirin.

Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku di topbarana li dijî gundê El Buniye yê rojhilatê Minbicê de xaniyekî şêniyan bi temamî wêran bûye, zaroka bi navê Fereh El Berho (11) şehîd bûye û Ebdurehman Berho (13) û Semîr Berho (8) birîndar bûne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 2 balafirên bêmirov ên xwekuj ên artêşa Tirk a dagirker xistine û soza domandina têkbirina hemû êrişan hate dayîn.

(mh-şx)

ANHA