Dewleta Tirk careke din gundewarê Minbicê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker careke din gundewarê Minbicê topbaran kir û di encamê de şêniyê bi navê Hesen El Elî birîndar bû.

Dewleta Tirk careke din gundewarê Minbicê topbaran kir
25 cotmeh, 2024   19:56
MINBIC

Şêniyê bi navê Hesen El Elî yê ji gundê Mişêrfe Boyir ê bakurê kantona Minbicê di topbarana li ser gund de birîndar bû. 

Şênî ji zingê xwe de birîndar bûye û li nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê tê dermankirin.

Gundê Mişêrfe Boyir û gundên li eniyên şer ên kantona Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve bi dijwarî tên topbarankirin.

(şx)

ANHA