Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Êrişên Tirkiyeyê li dijî projeya gelê me qirkirineke diyar e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bi "qirkirin û piştgiriya terorîstan" wesifandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Êrişên Tirkiyeyê li dijî projeya gelê me qirkirineke diyar e
25 cotmeh, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya berdewamkirina hemleyên qirkirinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk ji zêdetirî 2 rojan ve êriş herêmên me Bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê bi hicetên ne rast, binesaziya stratejîk û xizmetguzariyê bombebaran dike. Her wiha dixwaze bi van êrişan, aloziyên xwe yên hundirîn derbasî herêmên derdorê bike, raya giştî ya Tirkiyeyê bi rêya van êrişên dijminane bixapîne.

Ev êriş, zemînê ji projeyeke "tevliheviyê" ya nû re li herêmê çêdike û derfetê dide vejandina terorê ku ew jî bi xwe re hewldanên têkoşîna hêzên me bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dimeşîne, asteng dike. Di van êrişan de zêdetirî 14 kes şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn. Tirkiyeyê ji êvara pêncşemê ve û heta nîvroya înê 40 caran herêmê bombebaran kir. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 17 caran li dû hev parzûngehên pertolê yên nêzî zeviyê Ûdê, stasyonên kehrebe û enerjiyê bombebaran kirin.

Li Kobanê, Tirbespiyê û Amûdê di encama êrişan de, kehrebe qut bû, zêdetirî 250 hezar malbat bê kehrebe ne. Di encama hedefgirtina kargehên petrolê û parzûngehan de zirarên mezin li qadên xizmetguzariyê, pîşeyî û çandiniyê hatin. Li Dirbêsiyê ku nifûsên wê zêdetirî 50 hezar in ji ber êrişan, av qut bû û gelek firin rawestiyan.

Her wiha Tirkiyeyê êriş herêmên Şehba û Efrînê kir ku êş û zehmetiyên koçberan bi hatina zivistanê re girantir kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê destnîşan dike ku Tirkiye bi rêya van êrişan dixwaze, fişarên aborî li ser herêmên me zêdetir bike. Ev êriş li dijî projeya gelê me "qirkirineke" diyar e û piştgiriya ji terorê re ye. Dema ku em hewl didin ewlehiyê û istiqrarê û çareseriyeke demokratîk ku yekitiya Sûriyeyê û gelê wê dabîn dike, bisepînin, civata navneteweyî li hember van êrişan bêdeng dimîne. Ev helwesta wê "şermûk e". Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên piştgiriya îstiqrarê dikin ku ji bo rê li pêşiya van êrişan bigirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku emê parastina wî û destkeftiyên şoreşa wî bidomînin. Em bang li pêkhateyan dikin ku li hember êrişan bibin yek, xwedî li projeya yekitiya gelan û biratiya wan derkevin ji ber ku ev proje serkeftina rastîn dabîn û binkeftina planên dijminane dabîn dike. Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û rêxistinên NY`yê dikin ku komîteyên lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

Li dijî projeyên tesfiyekirinê û tevliheviyê Yekitiya gelê me û hevgirtina wî, vebijarka herî guncew e.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin."

(şx)