Hêzên desthilata Şamê li Humisê 6 kes qetil kirin

Hêzên desthilata Şamê li bajarê Humisê komkujiyek li dijî malbatekê û mêvanên wan kir û 6 kes qetil kirin.

Hêzên desthilata Şamê li Humisê 6 kes qetil kirin
31 adar, 2025   14:12
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) parve kirine, endamekî hêzên desthilata Şamê û kurekî wî li taxa Kerem El Zeytûn a bajarê Humisê avêt ser malekê û gule lê reşandin. 

SOHR’ê diyar kir ku çekdaran ji malbatê dayik û 3 zarokên wê û 2 mêvanên wan qetil kirin, her wiha bav jî birîndar kir.