Şêniyên ji Girkê Legê: Xwedîderketina li hêzên me erkeke neteweyî ye

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku piştgiriya hêzên leşkerî û yên ewlekariyê erkeke neteweyî û exlaqî ye û banga parastina destkeftiyan kir.

Şêniyên ji Girkê Legê: Xwedîderketina li hêzên me erkeke neteweyî ye
26 adar, 2026   02:45
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Şêniyên ji bajarê Girkê Legê piştgiriya xwe bi hêzên leşkerî û ewlekariyê re anî ziman û da zanîn ku hevgirtin û xwedîderketina li van hêzan bingeha parastina destkeftiyan e.

Şêniyê bi navê Dehan Emûna girîngiya xwedîderketina li QSD, YPJ, YPG û Asayîşê vegot û diyar kir ku ev hêz û yekîne mîsogeriya parastina hebûna gelê Kurd in.

Şêniya bi navê Heyfa Berekat jî bi bîr xist ku ji destpêka ragihandina seferberiyê ve, şênî ji bo piştgiriya hêzên xwe li eniyên pêş bûn. Heyfayê destnîşan kir ku piştgiriya hêzên parêzvanên herêmê erkeke neteweyî û exlaqî ye û dê piştevaniyê bidomînin.

Mihyedîn Hisên jî anî ziman ku ji bo parastina destkeftiyan divê hevgirtina gel û kombûna wê ya li dora hêzên leşkerî bihêztir bibe û hişyarî da ku lîstokên şerê taybet bi ser nekevin. Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriya QSD, YPJ û YPG'ê vebijêrka herî guncaw a parastina ewlehiya Rojava ye.

(bb)

ANHA