`Bi yekitiyê em ê destkeftiyên şehîdan û çarenûsa xwe biparêzin`

Şêniyên bajarê Çilaxa bang li partiyan kir ku aloziyên xwe deynin aliyekê û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û dabînkirina çarenûsa gelê Kurd li dengê gelê Kurd guhdar bikin.

`Bi yekitiyê em ê destkeftiyên şehîdan û çarenûsa xwe biparêzin`
30 kanûn, 2024   04:10
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Gelê Sûriyeyê yê ji bo azadiyê fedakariyên mezin kirine di vê pêvajoyê de bi hêvî ye ku di destûra nû de xwedî maf be. Pêkhateyê kurd yek ji wan e ku ji bo parastina hebûna xwe ji hewldanên qirkirinê gelek ciwanên wî şehîd bûne. Ji bo ku hêviyên kurdan werin bidestxistin û mafên wan di destûra nû de werin misogerkirin, yekitî pêwîst e.

Gelê Kurd ji bo ku mafên xwe biparêze, bang li partiyan dike ku bibin yek.

Wefa Şindî ya ji bajarê Çilaxayê bang li partiyan kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibe yek û nûnertiya Kurda li Şamê bikin ji bo ku mafên wan di destûra nû de werin parastin.

Wefa wiha domand: "Gelê Kurd li hember firsendeke dîrokî ye ku dê di pêşerojê de dubare nebe. Heke wisa dewam bike, em ê heta hetayê parçekirî bimînin. Wê rê li pêşiya dijminan di serî de dewleta Tirk vebibe ku me qir bike. Lewma divê em hişyar bin û nakokiyan bi dawî bikin û balê bikişînin ser mafên kurdan."

Fatme Sabrî ya ji heman bajarî got: "Kurd, bi sedan salan e rûbirûyî çewisandinê û qirkirinê mane. Li hember van hewldanan, me li ber xwe dan û bi hezaran ciwanên xwe kir qurbanî. Îro firsendeke dîrokî hatiye bidestxistin ku em mafên xwe û hêviyên şehîdên xwe bi dest bixin."

Fatme bi Wefa re heman fikir e ku nakokiyên di navbera partiyan de ji dijminan re firsend e ji bo ku êrişên li dijî herêmê zêde bikin û planên xwe bikin û ji bo wê Fatme bang li partiyan kir ku van nakokiyan bi dawî bikin û xwedî li dengê gelê Kurd derkevin ê ku banga yekitiyê dike.

Fatme berxwedana dîrokî ya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê nîşan dide silav kir û got: "Ji bo van fedakariyan divê em bibin yek."

Îsa Mihemed Beşîr Îsa, bavê şehîd Rojda bang li rûspiyan, partiyan, hêzên kurdî û kesên serbixwe kir ku hêviyên zarokên wan ên ji bo doza kurd şehîd bûne, bi cih bînin.

Îsa diyar kir ku ji bo ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe û di nava ewlehiyê de li ser axa xwe bijî, divê partî bibin yek û got: "Ji bo fedakariyên 13 hezar şehîdan û gaziyan divê em bibin yek."

Îsa ev li gotinên xwe zêde kir: "Yên dibêjin ku ew şopdarên şehîdan in û ji bo wan têdikoşin, divê vê yekê îsbat bikin. Îro, roja ku em girêdana xwe bi şehîdên xwe re nîşan didin. Çiqas em yek bin, ewqasî em ji bidestxistina mafên gaziyên xwe nêzîk dibin."

Îsa bang li her kesî kir ku hişyar bin, rê nedin dijminan ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibin û got: "Dîroka kurdan xuya dike ku hêza me ya leşkerî her tim xurt bûye. Kes nikare vîna me bişikîne. Lê helwesta me ya siyasî zaîf e. Ji ber wê aliyên dijber ji bo berjewendiyên xwe vê yekê bi kar tînin. Ji bo me ev firset e ji bo ku em bi yekitiyê dîrokê biguherin. Dengê xwe yê siyasî bigihînin asta dengê çekên xwe. Divê em bibin topeke ji êgir planên dijminan têk bibin."

Di dawiyê de Îsa got: "Yekitiya nîştimanî pêwîst e. Divê partî nakokiyên xwe bidin aliyekê. Bi hev re li ser masaya diyalogê rûnin. Yekitiyê bi yek ruhî û dengî ragihînin. Mîna helbestvanê nemir Ceger Xwîn gotiye, heke em nebin yek, em ê bimirin tek bi tek û dê dîrok û nifşên bê me lanet bikin. Yekitî, dê çarenûsa me diyar bike. Yan xilasî û jiyan bi rûmet yan jî qirkirin."

(şx/k)

ANHA