Kurd afirînerên dîrokê yên vê sedsalê ne - RAUF KARAKOÇAN

Kurd afirînerên dîrokê yên vê sedsalê ne - RAUF KARAKOÇAN
30 kanûn, 2024   07:30

Çi bi dilê dijminên Kurdan an jî nebe, rastiyek heye ku divê mirov derxe holê. Di vê demê de ku em dikevin saleke nû, Kurd bi fikir, berxwedan û têkoşîna xwe ne tenê dîroka serdemekê dinivîsin, lê li vê erdnîgariyê di heman demê de bûne afirînerên dîrokê. Xwediyên vê dîrokê ne ku kêl bi kêl tê ristin.

Di salên 1990'î de Çiller, Gureş û Agar ku li Tirkiyeyê temsîla klîka şerê taybet dikir, anku hikumet, artêş û polîsên Tirk, Tirkiye xist nava gola xwînê. Gotinek kiribûn benîştê devê xwe. Ji bo PKK’ê digotin ‘yan dê biqede yan dê biqede’. Yên ku digotin dê biqedînin, di dawiya dawî de bi xwe qediyan. Mirov dixwaze li salên 1990’î vegere û lê binere bê ka 'ev çeteya ji 3 kesan pêk dihat li ku ye?' û 'Kî qediyaye?'

Desthilata niha jî ev gotina kevn hinekî guherandiye û dibêje; ‘yan dê xwe tesfiye bikin an jî dê bên tesfiyekirin’. Divê bizanin; gelek kesan roj hejmartin. Gotin 24 saet, 48 saet, gotin 'vê biharê, îsal', gotin 'dike biqede', gotin ha gotin. Yanî çi hebe gotin, heta ku devê wan westiya. Ji xwe hedê xwe zêdetir propagandaya reş û ajitasyon kirin. Propagandaya reş û nûçeyên sexte di dawiyê de mîna bûmerangekê li xwediyên xwe vedigerin. Jixwe wisa bû jî. Yên digotin 'dê biqede' bi xwe qediyan. Yên dibêjin 'dê bên tesfiyekirin' jî dikin tesfiye bibin.

Li gorî nîqaşên di medyaya Tirk de, li Sûriyeyê serketinên gelekî mezin bi dest xistine. Lê belê jê re hîna pir maye. Rêveberiya nû ya Şamê hîna pelepelê dike, siberoja welêt ne diyar e, cîhadîstên rûtevşik jî li kolanan nêçîra elewiyan dikin. Medyaya Tirk jî beriya ku hesp peyda bike afiran çêdike; heke ew îroniyê jî nakin, ev gotinên wan tenê eletewşî ne. Ji bo ku rojeva rasteqîn a Tirkiyeyê berovajî bikin, rêbazên ecêb bi kar tînin. Li cîhanê kêm medya hene ku zirarê didin mirovên xwe, pêşî li mafê mirovan ê wergirtina nûçeyên rast digirin û nûçeyên sexte çêdiki. Mîna ku bi salan e li ser PKK'ê nûçeyên derew çêdikin.

Niha di vê serdema herî krîtîk a dîrokê de qala biratiya Tirkan û Kurdan dikin. Ev yek jî ji aliyê lîderê partiya herî neteweperest a faşîst a Tirkiyeyê ve tê gotin. Berê digotin "Kurd nîn in, pirsgirêka Kurd nîn e, pirsgirêka terorê heye" lê niha jî dibêjin "Tirkên ji Kurdan hez nekin ne Tirk in - Kurdên ji Tirkan hez nekin ne Kurd in." Hatine qala biratiya Kurd û Tirkan a hezarsalî dikin. Bersiva pirsa 'Ev retorîkeke baş e, lê ev dê çawa bibe?' jî tune ye. Lê belê teqez e ku bersiva 'tesfiyekirina PKK'ê' jî ne bersiveke rast e.

Yekane hîsa ku gelên Rojhilata Navîn, mirovên ji her qada jiyanê bawerî, esl, nasname û çandê ku bi hêviyên nû dikevin sala nû, sekinîna şer û pêkanîna aştiyeke birûmet e. Bi tenê hêzên ji şer û şîdetê sûdê werdigirin, vê yekê naxwazin. Dewleta Tirk jî ji wan e. Gotinên qerase yên wekî 'an dê çekên xwe deynin an jî dê bi çekên xwe re herin gorê' dibêjin. Bi minasebeta sala nû, em ê du gotinên xwe yên ji bo kesên bi heman gotinan nêzî wê dibin, bibêjin. Bi vê mentiqa şer, bi vê quretiya xwe ya bêperwa û bi hêza xwe ya dewletê ya ku hûn pişta xwe dispêrinê, ne hûn ne jî heft bavên we bi ser nakevin. Hûn nikarin pêşî li vê meşa dîrokî ya Kurdan bigirin. Hûn nikarin vê raman û vê berxwedanê biqedînin.

Heta ku şert û merc hebin ku PKK'yên nû derkevin holê, dê PKK’yên din jî hebin. Ev yek ferzeke şert û mercên objektîf û subjektîf e, diyalektîka jiyanê ye. Hebûna PKK'ê hebûna gelê Kurd e, mirov dikare vê wek ruh-beden, heyber-enerjî jî binirxîne. Hevdîtina bi Rêber Apo re ku dihat payîn pêk were û lê nahêlin pêk were, jixwe hebûna hewcedariyeke wisa ye û vê tezê jî piştrast dike. Jixwe tespîtên mîna "barê dîrokê li ser milê Ocalan e" gelek in. Anku qedera Tirkiyeyê bi qedera Kurdan ve girêdayî ye. Heke encama ‘yekane navnîşana çareseriyê Îmralî ye’ jî jê derdikeve, divê her kes kumê xwe deyne ber xwe û lê bifikire. Lewma jî me gotina dawîn di destpêkê de got. Bi rêbertiya xwe, bi birêxistinbûna xwe, bi berxwedan û biryardariya têkoşînê, Kurd li Rojhilata Navîn bi tenê dîrokê nanivîsin, her wiha dîrokê bi xwe jî çêdikin. 'Divê heqê Qeyser bidin Qeyser.'

Desthilata faşîst a ku Rêber Apo zêdetirî 25 sal e di hucreyeke yekkesî de dihêle jî hewcedarî Rêber Apo ye. Nivîsandina dîrokê yan jî afirandina dîrokê, ji vê re tê gotin. Heta dijminên Kurdan jî nanê dijminatiyê wan dixwin û li ser pişta Kurdan debara xwe dikin. Bi vî rengî siyasetê jî dikin, jiyana civakî bi vî rengî bi rêxistin dikin û aboriyê li gorî vê yekê plan dikin. Bêyî Kurdan nikarin bêhna xwe jî hildin. Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze bi barandina bombeyan li ser Kurdan bi pêş ve biçe, mirovan qetil dike, zext, îşkence, çavtirsandin û girtinê dike, bê çare ye û çareseriya pirsgirêkê ji Rêber Apo hêvî dike. Ev rewşa heyî her çend nakokî be jî, rastî ev e.

Kurd bi hêviyek mezintir û îhtîmala qezencên mezintir dikevin sala nû. Anku sala nû dibe ku bibe sala Kurdan. Divê gelê Kurd ji aliyê ruhî, fîzîkî û fîîlî ve ji vê re amade be. Xwediya pêvajoyeke zehmet lê pêkan e. Em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînin û sala nû ya Rêber Apo, gelê welatparêz û dostên Kurdistanê û hemû gelên ku nirxekê li mirovahiyê zêde dikin, pîroz dikin.