Li gundewarê Şamê 2 DAIŞ‘î hatin kuştin

Li gundewarên Şamê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 çeteyên DAIŞ‘î de pevçûn derket. Di pevçûnê de herdu DAIŞ‘î hatin kuştin û hejmarek endamên Hêzên Ewlekariyê birîndar bûn.

Li gundewarê Şamê 2 DAIŞ‘î hatin kuştin
8 tebax, 2026   08:41
ŞAM

Duh derengiya şevê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 çeteyên DAIŞ‘ê pevçûn derket.

Li gorî agahiyan, dema endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewl dan nasnameyên her du DAIŞ‘iyan kontrol kir, çeteyan gule reşandin û pevçûn derket.

Di encamê de her du çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin û hejmarek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku "Her du gumanbar hewl didan bombeyekê bi cih bikin û êrişeke terorî li dijî saziyek hikumetê pêk bînin. Her wiha bombe û teqemenî li cem wan hatin dîtin. Piştrast bû ku girêdana wan bi rêxistina DAIŞ a terorîst re hene."

(bb)