‛Hesab ji berpirsiyarên komkujiyên li peravê bixwazin’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê û şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên ku li perava Sûriyeyê hatine pêkanîn bi tundî şermezar kirin û bang li desthilata Şamê kir ku hesabê ji berpirsiyarên komkujiyan bixwaze û welatiyan biparêze.

‛Hesab ji berpirsiyarên komkujiyên li peravê bixwazin’
‛Hesab ji berpirsiyarên komkujiyên li peravê bixwazin’
‛Hesab ji berpirsiyarên komkujiyên li peravê bixwazin’
‛Hesab ji berpirsiyarên komkujiyên li peravê bixwazin’
10 adar, 2025   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê komkujiyên ku li perava Sûriyeyê hatine pêkanîn daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de girîngî bi parastina welatiyan, rawestandina tundiyê, cezakirina sûcdarên komkujiyê û parastina yekbûna xaka Sûriyeyê hat dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêveberiya nû ya Sûriyeyê hat kirin ku hesab ji sûcdaran komkujiyên li peravê bixwaze û bang li civata navneteweyî hat kirin ku rewşa Sûriyeyê ji nêz ve bişopîne û gelên Sûriyeyê biparêze.

Girêdayî wê, pêkhateyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ev komkujiyên ku "komên girêdayî hikumeta El Colanî" li dijî sivîlên li perava Sûriyeyê kirine şermezar kir û dewletên "hikumeta Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) " rewa kirine berpirsiyariya van komkujiyan dît.

Di daxuyaniyê de şêniyan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û destnîşan kir ku rêya rastîn a pêkanîna aştiyê li Sûriye û Rojhilata Navîn nimûneya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û wekheviyê ye.

QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê bi 2 daxuyaniyên cuda komkujiyên li dijî şêniyan li perava Sûriyeyê şermezar kirin.

Endamê Meclisa Şêwirê ya Kongreyê şêx Sînan Sîdoş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Kongreya Îslama Demokratîk de komkujiyên li dijî şêniyên sivîl ên ku bi bihaneya tolhildana ji taîfeya elewî ku serokê rejîma Baas’ê ya berê jî elewî bû, hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş û komkujiyên hovane nirxên olî, exlaqî û yên mafên mirovan binpê dikin û gefê li hevgirtina civakî ya niştîmanî ya Sûriyeyê dixwin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev kiryarên terorî ne û tu têkiliya wan bi ol, şerîet û qanûnan ve tune ye û girîngî bi xurtkirina nirxên jiyana hevbeş û belavkirina çanda efûkirin û aştiyê hat dayîn.

Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê jî daxuyaniyek li bajarê Qamişlo da. Parêzer Îman Mehmûd li pêş navenda xwe ya li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

1-      Gihandina alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo hemû deverên zirardîtî û hêsankirina karê rêxistinên mirovî ji bo ku alîkariyê bidin kesên zirar dîtine, bi taybetî koçberên ku ji ber êrişên leşkerî ji malên xwe derketine.

2-      Em hemû hewldanên rewakirina komkujiyên li dijî sivîlan bi bihaneya êrişên ewlehî red dikin û diyar dikin ku hedefgirtina sivîlan di bin çi aliyekî fermî yan jî digel bêdengiya aliyên berpirsî, sûcekî dijmirovî ye û divê hesabê were dayîn.

3-      Em bikaranîna çekên giran li herêmên sivîlan şermezar dikin, ji ber ku bi xwe re bandorên karesatî li ser jiyana welatiyan tîne û banga rêzgirtinê li gorî rêgeza hevsengiya hêzê dikin.

4-      Em banga hesabpirsînê ji tevahî kesên destên wan di sûcên qetilkirin, koçberkirin û binpêkirinên ji 2011’an heya roja îro ve hene, dikin; çi ferd an jî aliyên fermî yan jî nefermî bin. Divê ew li pêş dadgehên niştîmanî yan jî têkel werin darizandin ku edalet pêk were û çanda filitîna sûcdaran bi dawî bibe.

5-      Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin û piştgiriyê xwe ji tevahî kesên zirar ji van binpêkirinan dîtine re nîşan didin.

6-      Em diyar dikin ku dewlet ne di destê taîfeyek an jî beşeke diyar de ye, lê belê divê di nûnertiya tevahî pêkhateyan bêyî cudahî bike û berdewamkirina vê rastiyê gefan li dirêjkirina temenê krîzê dixwe û êşên sûriyeyiyan zêde dike.

7-      Em bang li tevahî hêzên Sûriyeyî dikin ku xwe bispêrin bijardeya diyaloga niştimanî ku rêbaza çareserkirna aloziyê ye û li gorî biryara 2254’an a sala 2015’an a Konseya Ewlehiyê tev bigerin.

8-      Divê demildest û bêyî tu şertan êrişên leşkerî yên li dijî welatiyan werin sekinandin û bikaranîna siyaseta cezakirina komî weke bihaneya çareserkirina bûyerên ewlehî yên diyar, red dikin.

9-      Em bi tundî sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan şermezar dikin û diyar dikin ku ew sûc dikevin xana sûcên dermirovî û divê sûcdar li pêş dadgeha niştîmanî û navdewletî werin darizandin.

(mh/fr)

 Hesekê

Tebqa