Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê

Bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê ji bo tev li nobedariya li bendava Tişrînê bibin, ber bi bendavê ve ketin rê .

Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
Bi sedan şêniyên Cizîrê ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê
28 ÇILE, 2025   12:11
HESEKÊ

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bendava Tişrînê berxwedana nobedariya parastina bendavê berdewam dikin. 

Îro jî bi sedan şêniyên bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê yên kantona Cizîrê ji bo tevlêbûna çalakiya nobedariyê ber bi bendava Tişrînê ve bi rê ketin.

Li bajarê Til Temirê bi dehan pêkhateyên bajêr ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan û bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê jî ji ber avahiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr ketin rê. Her wiha bi dehan şêniyên Til Birakê jî ji ber navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr ketin rê.

Şênî ber bi Çerxerêya Panorama ya bajarê Hesekê ve ku cihê kombûnê ye, ketin rê û bi sedan welatiyên bajarê Hesekê jî tev li wan bûn.

Bi dirûşmên ku berxwedana li bandava Tişrînê silav dikin, karwanê maşînan ber bi bendavê ve bi rê ket.

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker êrişî bendava Tişrînê û pira Qerqozaqê dike. Li dijî êrişan Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin li ber xwe didin.

(k)

TIL TEMIR

HESEKÊ

DIRBÊSIYÊ

TIL BIRAK