Dewleta Tirk a dagirker gundekî Zirganê bombebaran kir: 3 kes şehîd bûn

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Um Hermel ê Zirganê bombebaran kir. Di encamê de ji malbatekê 3 kes şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundekî Zirganê bombebaran kir: 3 kes şehîd bûn
28 ÇILE, 2025   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandinê, balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker şevê din saet di 02.30ˈan de li gundê Um Hermel ê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê malek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ji malbatekê zarokek û 2 kesên din şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Îbrahîm Ubeyd El Siyad (50), Hisên Ubeyd El Siyad (35) û Cemîl Mihemed Deham El Siyad (zarok).

Navên birîndaran jî wiha ne: Şehed Ubeyd El Siyad, Terfa Emo El Siyad, Hind Deham Selîmo, Sîham Deham El Siyad.

(bb)

ANHA