Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Koçberên ji gundê Kaxirê yê kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk ên li ser gundê wan şermezar kirin.

Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
Koçberên ji Kaxirê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
18 îlon, 2024   15:47
ŞEHBA

Efrîniyên ji gundê Kaxirê yên li Şehbayê dimînin, li çerxerêya Ehdasê protestoyek li dar xist. Koçberên Efrînê û endamên deste û meclisên kantonê, tev li çalakiyê bûn û pankartên "Em banga parastineke navneteweyî ji Efrînê re dikin", "Berxwedêr in ne bê deng in" û "Êdî bes bila teror ji Efrînê bê derxistin" hildan.

Li çerxerêyê koçberê bi navê Qaziqlî Mihemed axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî xelkê me yê li Efrînê didomîne. Divê rêxistinên hiqûqî û yên mirovî berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

Dûre endamên Desteya Perwerdeyê û Fêrkirinê Siyabend Faqî û Kurdistan Murşid daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser jinan a li gundê Kaxirê û sûcên ji 6 salan ve berdewam in, hatin şermezarkirin.

Her wiha banga berdewamkirina berxwedana li Şehbayê û li hundirê Efrînê hate kirin.

(şx)

ANHA