Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn

Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê, ji bo bîranîna şehîdan merasîmek li dar xist.

Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn
Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn
Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn
Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn
Bi minasebeta Hefteya Qehremaniyê şehîd hatin bîranîn
27 adar 2024   13:50
QAMIŞLO

Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan li avahiya Partiya Yekitiya Demokrat a Amûdê, bi minasebeta Heftaya Qehremaniyê, 24 şehîd bi merasîmekê bi bîr anîn.

Endam û rêveberên Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên Amûdê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm ji bo şehîdan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de endamê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Abdulbaqî Elî Dawî axivî û bixêrhatina mêvanan kir.

Dawî qala derketina Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana pêşengên PKK’ê kir û wiha axivî: “PKK partiya şehîdan e, lewma şehîdên me ji bo azadiya gelê xwe bê teredut jiyanê xwe feda kir. Lazim e ji her demê bêhtir em li pey şopa Mazlûm, Kemal û Xeyrî bin.”

Hevserokê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Zîwer Elî jî di axaftinê xwe de bal kişand ser Hefteya Qehremaniyê û qala rastî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan kir.

Zîwer Elî di axaftinên xwe de şehîdên Amûdê yên ku di dîrok û cîhên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn û diyar kir ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan rastiya Mazlûm, Kemal û Xeyrîyan hatiye afirandin û axaftinê xwe wiha domand: “Rêber Apo li dijî pergala ku di nava gelên herêmê de tirs dabû avakirin, tê koşiya û tirsa li ser hemû gelên herêmê şikand û hemû polîtîkayên sîstemên dagirker pûç kirin. Lewma gelek lehengên vî gelî, di vê rêyê de canê xwe bi qehremanî feda kir. Em bi rêzdarî wan bi bîr tînin û em li beramberî Rêber Apo û şehîdan soza xwe dubare dikin.”

Piştî axaftinan der barê Hefteya Qehremaniyê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê sînevîzyonek hate nîşandan.

(bm)

ANHA