Leyla Qereman: Serhişkiya rejîmê berdewam e

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman diyar kir ku di encama zîhniyeta hikumeta Şamê û serhişkiya wê de, Sûriye û gelê wê di vê rewşê de ne û destnîşan kir ku diyaloga ku MSD`ê banga wê dike, rêya çareserkirina aloziyê ye.

Leyla Qereman: Serhişkiya rejîmê berdewam e
27 adar 2024   14:17
REQA

Kongreya 4`an a Partiya Sûriya Pêşerojê ku vê sibê li Reqayê dest pê kiriye, berdewam e. 

Di kongreyê de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qereman axivî û diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê di gelek qadan de gelek destkeftî bi dest xistine.

Leyla Qereman wiha axivî: "Di şert û mercên herî girêk û dijwar de li dar dikeve. Gelê Sûriyeyê 12 sal e ji wêraniyê, nebûna çareseriya siyasî, parçebûn, gurbûna aloziya siyasî, aboriya xirab û dagirkirina gelek beşên Sûriyeyê êş û zehmetiyan dikişîne. Sûriye bûye qada şer û destwerdanan.”

Leyla Qereman diyar kir ku di encama serhişkiya hikumeta Şamê, nebersivandina hêviyên gelê Sûriyeyê yên guhertinê û veguhastina demokratîk de, Sûriye û gelê wê di vê rewşeke xirab de ne û wiha pê de çû: "Di salvegera 6`an a damezirandina partiyê de ku ruxmî zehmetiyan û hedefgirtina rêveberên wê, têkoşîna xwe didomîne ji bo ku vê pêvajoya siyasî ya dîrokî bi rêve bibe, ev kongre tê lidarxistin. Em hêvî dikin ku ev kongre, bikare nûnertiya opozîsyona demokratîk a nîştimanî bike, siyaset û stratejiyan li gorî pêvajoya siyasî diyar bike, hebûna xwe wek hêzeke civakî ku ji derve û hundirê Sûriyeyê re vekirî ye, xurt bike."

Der barê stratejiya MSD`ê de jî Leyla Qereman got: "MSD`ê diyalog kiriye bingeke niştimanî, yekitiya sûriyeyiyan ji xebatên wê yên pêşîn û stratejiya wê ya nîştimanî ye. Ji bo ku çareseriyek siyasî ya giştî pêk were û Sûriyeya demokratîk a nenavendî û pirreng ava bibe, banga diyalogê dike."

Kongre bi guhdarkirina axaftina qeydkirî ya fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî berdewam e. Çaverê ye ku piştî wê, rapor bên nîqaşkirin.

(şx)

ANHA